Li çiyayên Kurdistanê bi merasîmeke bi heybet a leşkerî re agirê Newrozê hat dadan. Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Kalkan di pîrozbahiya Newrozê de destnîşan kir, ku ala berxwedan û azadiyê ya Kawayê Hesinkar îro di destê gerîlayên Kurdistanê de ye û li ba ye. Kalkan got, "Helwesta ku gelê Kurd di pîrozbahiyên Newrozê de nîşan da, helwesteke ji ti referandûmê dernakeve ye. Daxwaza azadiya Rêber Apo tê kirin."
Agirê Newrozê yê li çar aliyên Kurdistanê û cîhanê geş dibe, li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî bi merasîmeke bi heybet hat pêxistin. Ji bo pîrozbahiya Newrozê ya li herêmên gerîla, bi berbanga sibehê re gerîla bi qîrîna dirûşmeyan û gotina sirûdan herikîn qada pîrozbahiyê. Di destpêkê de bi dehan gerîlayên bi alên PKK, KCK, HPG û YJA STAR'ê gihîştin qada pîrozbahiyê û cihê xwe girtin. Dûre, tevî bi sedan gerîlayî endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan, endamên Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûzaffer Ayata, Nedîm Seven û Kasim Engîn, ji fermandarên YJA STAR'ê Binevş Cenk û Têkoşîn Amanos, ji fermandarên HPG'ê Tevfîk Şiyar beşdarî merasîmê bûn. Merasîma leşkerî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên şoreşê destpê kir. Paşê rêveber û fermandarên PKK û HPG-YJA STAR'ê yek bi yek Newroza gerîlayên beşdarî merasîmê bûn, pîroz kirin.
Piştî merasîmê, endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan ji gerîlayan re axivî, Newroz di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gelê Kurd û tevahiya mirovahiyê pîroz kir û got, "Di kesayetiya lehengên me yên neteweyî rêhevalên Mazlûm û Egîd de em hemû şehîdên xwe yên têkoşîna azadiyê di rojeke bi vî rengî ya Newrozê de bi mînetdarî bibîr tînin. Bi taybetî em şehîdên Kobanê, Şengal, Mexmûr û Kerkûkê ku Newroza îsal ji hemû Newrozan bêhtir watedar kirin û coşa serketinê dan me, bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin. Em careke din biryardarî û soza xwe dubare dikin ku em ê van serketinan mezin bikin û serketina wan li Kurdistana azad û jiyana mirovahiya azad de mayînde bikin."
'ALA AZADIYÊ JI ALIYÊ GERÎLAYÊN KURD VE TÊ BILINDKIRIN'
Dûran Kalkan da xuyakirin ku di Newroza îsal de Newroz bûye xwedî wateyên nû û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ji têkoşînên mezin ên azadiyê, ji destanên nû yên lehengiyê, ji serketinên mezin re şahidiyê dike. Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê Newroz ji afirînerê wê Kawayê Hesinkar wergirt. Ruh û hişmendiya serketin û berxwdanê îro li bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê dewam dike. Ala berxwedan û azadiyê ya Kawayê Hesinkar îro di destê HPG, YJA STAR, YPG, YPJ û YBŞ'ê de li ba ye. Ruh, hişmendî û vîna berxwedanê ya Apoyî, gelê Kurd di xeta neteweya demokratîk de ji nû ve diafirîne, li dijî êrîşkariya DAIŞ'ê ya faşîzma îro, tevahiya mirovahiya azad diparêze. Pêvajoya ku di destpêka sala 2011'an de li Rojhilata Navîn destpê kir û jê re Bihara Ereb hat gotin, îro weke Bihara Kurdan tevahiya Rojhilata Navîn û mirovahiyê ronî dike.
Em Newroza 2015'an bi ruh û hişmendiyeke bi vî rengî pêşwazî dikin, dijîn. Yên ku em ewqasî bi vîn û xurt kirin, yên ku ev coş dan me, em mînetdarî û spasiyên xwe pêşkêşî hemûyan dikin. Şehîdên xwe yê leheng ên rojên îro afirandine bi ruh û hişmendiyeke bi vî rengî bibîr tînin, Rêber Apo yê pêşî li van pêşketinan vekir û bi rêve bir, gelê xwe yê bi lehengî di şopa Rêberê xwe de dimeşe, hemû hêzên berxwedêr, hêzên azadiyê yên bi pêşengiya gerîla bûne xwedî vîn û daxwaza serketinê, silav dikin. Newroza 2015'an bû yek ji Newrozên ku li gorî wateya xwe tê pîrozkirin. Ev coş ev hefteyeke di pîrozbahiyên gelê Kurd û dostên kurdan ên li çar aliyên cîhanê de tê dîtin."
'BI BERXWEDANÊ RE EM QEZENÇ DIKIN'
Kalkan ragihand ku pîrozbahiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê û Newroz gihaştine hev û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ji xwe wate û pênaseya wan yek e, lewma rêbaza pîrozkirina wan jî bû yek. Azadiyê temsîl dikin, mirovahiyê temsîl dikin, wekheviya xwe dispêre cihêrengiyê, edaletê, û parvekirinê temsîl dikin. Rastî û jiyana civaka demokratîk a xwe dispêre azadiya jinê îfade dikin. Lewma meha Adarê bi rastî jî hêza afirîner, civakî û azadîparêz a jinê û Kurdan bi awayekî zelal radixe pêş çavan. Ev rewşeke gelekî girîng e. Bi şoreşa jinê û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ya ji Kurdistanê destpê kir re, jiyaneke nû, herêmek nû, cîhaneke nû wê were afirandin. Rêber Apo gelê Kurd weke 'Gelê bûye Newroz' pênase kir. PKK weke yekane partiya ku wate daye Newrozan, gelê Kurd kiriye gelê Newrozê. Dibêje, 'Bi PKK'ê re Newroz bedewtir e, bêhtir ronî ye, bêhtir bi coş e, bêhtir bi kelecan e'. Bi rastî jî şoreşa azadiyê ya bi pêşengiya PKK'ê îro li Rojava, Başûr di berxwedana li hemberî faşîzma DAIŞ'ê de, li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê jî di lêgerîna azadiyê ya gelan de dijî. Di vê Newrozê de jî weke tevger û gel ji her demê bêhtir bi îdîa, hêz û amade ne. Ya ku vê hêzê dide me bê guman serketina Kobanê, serketina Til Hemîs, Til Berak, berxwedana lehengî ya li Şengal û Kerkûkê ye.
Em Newroza 2015'an, li dijî çeteyên DAIŞ'ê weke hêza yekane ya di kesayetiya Kurdistanê de tevahiya mirovahiyê diparêze, pêşwazî dikin. Ev yek jî dibe sedem ku weke tevger û gel li cihê em heq dikin bi mirovahiya azad re bi xurtî dibin yek. Gelê Kurd ku duh hatibû parçekirin, nasnameya wê hat qedexekirin û bi înkar û tinekirinê dor lê hatibû girtin, îro veguheriye gelekî ku her kes bi hêviyê lê dinêre, dide dû û hêviya azadî û rizgariyê jê dike. Rêber Apo ev rastî da me. Şehîdên me yên leheng ev rastî dan me. Berxwedêrên leheng, gerîlayên me yên li hemû eniyên çar parçeyên Kurdistanê şer dikin, ev rastî dan me. Gelê me yê li ber xwe dide, vê rastiyê dide jiyîn. Ev yek bi awayekî zelal nîşan dide; ku dema em li ber xwe dide, lê bi rêbazên rast dema em li ber xwe didin, em qezenç dikin."
'DI JIYANA AZAD Û DI KURDISTANA AZAD DE EM BI ISRAR IN'
Kalkan bibîr xist ku Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan ê Newroz kir Newroz gotiye 'berxwedan jiyan e' û axaftina xwe wiha dewam kir: "Zekiye Alkanan, Rahşanan, Bêrîvanan, Ronahiyan dan dû wî. Bi rastî jî Newroz kirin cejneke ku li gorî ruhê berxwedan û azadiyê bê pîrozkirin. Dema mirov Newroza 2015'an li gorî van hemûyan binirxînin, ev rastî bi zelalî derdikeve holê. Bi rastî jî dirûşme piştrast bûye. Jiyan bi berxwedanê afiriye û qezenç bûye."
Kalkan da xuyakirin ku ew di jiyaan azad de, di civaka demokratîk de, di Kurdistana azad de bi israr in û got, "Di azadiya Rêbertiya xwe de, ku temamiya van hemûyan e, em bi israr in. Gelê me Newroza 2015'an weke sala azadiya Rêber Apo îlan kir. Li ser vê bingehê ji bo azadiya Rêber Apo li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat meşên ji bo azadiya Rêber Apo tên lidarxistin. Jiyana azad, jiyaan demokratîk, azadiya Kurdistanê di azadiya Rêber Apo de dibîne. Divê ev yek ji aliyê her kesî ve were dîtin."
Kalkan anî ziman ku gelê Kurdistanê ji heft heta heftê salî li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat helwesta xwe nîşan da û axaftina xwe wiha dewam kir: "Dibêjin referandûm, di rewşên bi vî rengî de peyveke dengdana gel heye. Ev yek navê biryara civakan a li ser daxwaza xwe ye. Bawerim ji vê mezintir dengdana gel, referandûmek nîne. Gelê Kurd vanye di roja Newrozê de, di pîrozbahiya Newrozê de rewşeke ku di ti referandûmê de dernakeve holê derxist holê. Tevahiya civak beşdar dibe. Ne mîlyonek, sê mîlyon, pênc mîlyon, panzdeh-bîstûpênc mîlyon mirov helwestê nîşan didin, dadikevin qadan û azadiya Rêber Apo, Azadiya Kurdistanê, daxwaza ji bo jiyana azad diqîrin. Girîng e her kes vê rewşê bibîne û rast fêm bike."
LI DORA AGIRÊ NEWROZÊ GERÎLA GOVEND GERAND
Piştî axaftina endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan, çalakiyên moralê yên çandî destpê kirin. Di destpêka van aktîvîteyan de Dûran Kalkan helbesta endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Alî Haydar Kaytan a di sala 1986'an de ji bo PKK'ê nivîsandibû, xwend û pîrozbahiyan destpê kirin.
Di pîrozbahiyê de koroya Amadekiya Leşkerî ya Şehîd Mehmed Goyî derket ser dikê. Dûre koma govendê ya Akademiya Leşkerî ya Şehîd Rojîn Gewda hunera xwe pêşkêş kir. Koma Şanoya Çiya jî lîstika xwe ya nû ya bi navê "Ji Lênûskê Qîrînek" nîşan da. Li ber stranên Koma Awazên Çiya jî gerîlayên beşdar, govend gerandin.
Pîrozbahiyê bi govenda li ber agirê Newrozê, heta saetên dereng dewam kir.