Li Cizîrê pîrozbahiyên Newrozê yên navendî pêk nayên
Koordînasyona Giştî ya Kantonên Cizîr, Kobanê û Efrînê diyar kirin ku wê li Kantona Cizîrê pîrozbahiya Newrozê ya girseyî pêk neyê.

Koordînasyona Giştî ya Kantonên Cizîr, Kobanê û Efrînê der barê pîrozbahiyên Newrozê de daxuyaniyek dan û da zanîn ku wê li Katnon Cizîrê pîrozbahiyeke navendî ya girseyî pêk neyê û wiha berdewam kir:
Em cejna gelê xwe yê her çar parçeyê Kurdistanê û derveyê welat pîroz dikin. Em bi wesîleya Newrozê şehîdên xwe bibîrtînin û li hemberî wan rêzdarin. Em ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Li Başûr û Rojavayê Kurdistanê qezencên dîrokî hatine bidesxistin lê di heman demê de ji ber êrîşên çeteyan êşên mezin tên kişandin.
Em ji ber vê yekê ji ber ewlehiya welatiyan û rêzdariya li dijî şehîdan û piştgiriya berxwedana YPG-YPJ,a asayîş, gerîla û pêşmergeyan bang li gelê xwe dikin ku bi girseyî Newrozê pîroz nekin. Gelê me bi malbatî dikarin Newroza xwe pîroz bikin.”