Ata: Provokasyona polîs bi berxwedanê wê vala derkeve

Polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîş li Newroz Êlihê kir. Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayla Ata Akat êrîş weke provokasyon bi nav kir û wiha got:"Wê gelê me neyê vê provokasyonê û ev êrîş bi berxwedanê vala were derxistin."

Polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîş li Newroz Êlihê ya sed hezaran kes tevlî bûn kir. Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayla Ata Akat êrîş weke bûyerek weke provokasyon binav kir û wiha got:" Ev provokasyonek aşkera ye, wê gelê me neyê vê provokasyonê û ev êrîş bi berxwedanê vala were derxistin."

Li Êlihê pîrozbahiya Newrozê bi tevlîbûna deh hezaran kesan bi dirûşma, "Êdî bes e ji Rêber Apo re azadî" destpêkirîbû polîsan bi bombeyên gazê, guleyên plastîk û ava şid êrîş kir. Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayla Ata Akat êrîş weke bûyerek weke provokasyon binav kir û wiha got:"Ev provokasyonek aşkera ye, wê gelê neyê vê provokasyonê." Di dema pîrozbahiya Newroza Êlihê de girseya neket qada Newrozê li aliyê Otogarê agir pêxistin. Polîsên ku ev weke hincet nîşan dan bi bombeyên gaze, guleyên plastik û ava şid êrîşî gel kir. Polîsan li sê aliyan ve bi bombeyên gazê êrîş girseya Newrozê kir. Bi êrîşa polîsan re ciwanan jî bi keviran bersiv dan polîsan. Tevî barana zêde û êrîşa polîsan şahî dewam dike.

ATA: EV PROVOKASYONEK AŞKERA YE

Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata li ser dikê tim banga ku neyên provokasyonê û bertekên tund nîşanî êrîşa polîsan kir. Ata diyar kir ku di saetên serê sibehê de polîs dinava bûyerên provokatif de bûn û wiha got:"Di saetên serê sibehê de polîs dinava liv û tevgera bûyerên provokatîf de bûn. Di êrîşê de birîndar hene. Me birîndarê xwe bi ambûlansa rakirin nexweşxaneyê. Hevdîtnên Komîteya Amedekar bi midûrê midûriyetê re dewam dike. Me dîsa agirê Newrozê pêxist şahiya Newrozê dewam dike. Newroza dîrokî ya Amedê hedef girtin û îro bombeyên gazê avêt nava 100 hezaran kesê tevlî Newroza Êlihê bûne. Ev provokasyonek aşkera ye, wê gelê me neyê vê provokasyonê û ev êrîş bi berxwedanê vala were derxistin."