Li Sêwasê li dijî xwendekaran êrîşa nijadperest: 1 birîndar,

Di encama êrîşa nîjadperest a li Sûka Sêwasê li dijî xwendekarên Zanîngeha Cumhuriyetê ya Sêwasê Muhterem Durak bi awayekî giran birîndar bû, Hakan Toprak jî bi sivikî birîndar û ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin.

Xwendekarên Kurd ên bi navê Muhteren Durak û Hakan Toprak ên ku li Zanîngeha Cumhuriyetê ya Sêwasê dixwendin, ji bo xwarin bixwin hatin bazarê, li bazarê li rastî êrîşa bi kêr û satûran a komeke nîjadperest hatin. Di êrîşê de xwendekarê bi navê Muhterem Durak bi awayekî giran birîndar bû, Hakan Toprak jî bi sivikî birîndar û ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. Durak ê ku bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Numune ya Sêwasê.

Hate ragihandin ku bi taybet vê hefteya dawiyê xwendekarên Kurd ên Zanîngeha Cumhuriyetê ji aliyê komên nijadperest ve tên tehdîtkirin û heta niha polîsan ti tedbîr negirtine.