KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Ciwanê ji Newroza li Parîsê vedigeriya di qezayê de jiyana xwe ji dest da
Ciwanê bi navê Ûmût Yalçin ê ji pîrozbahiyên Newrozê yên li paytexta Fransa Parîsê vedigeriya, di binê trenê de ma û jiyana xwe ji dest da. -
Li Parîsê pîrozbahiya bi coş a Newrozê
Li Parîsê bi hezaran Kurdistanî û dostên wan li Parc Le Plateau Champigny tevî hewaya sar jî bi coşa Newrozê hatin gel hev. -
Bi mîlyonan kesên tevlî Newroza Amedê bûn azadiya Ocalan xwestin
Bi mîlyonan kesên ku tevlî Newroza bi heybet a Amedê ku têde peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwendin bûn daxwaza azadiya Ocalan kirin. -
Hesabê kesên di Newrozê hatin qetilkirin hat pirsîn
Xizmên windayan û ÎHD'ê di çalakiyên xwe yên hefteyî de aqubeta kesên di pîrozbahiyên Newrozên salên 90'an de hatin qetilkirin pirsîn. Di çalakiyan de kesên di pîrozbahiyên Newrozan de hatin qetilkirin hatin bîranîn. -
Pîrozbahiyên Newrozê yên li Ewropayê dewam dikin
Pîrozbahiyên Newrozê yên li gelek navendên Ewropayê tên lidarxistin, dewam dikin. Di pîrozbahiyan de serketina Kobanê hat silavkirin. -
Bi hezaran kesan şervanê YPG’ê Dag oxirkirin
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Ercan Dag (Têkoşer Mêrdîn) ê ku di operasyona gundê Cadê yê li başûrê Kobanê de jiyana xwe ji dest da li taxa Memika ya navçeya Stewrê yê Mêrdînê hate definkirin. -
Ji Newroza 'Ji Ocalan re Azadî' çend not - Arzû Demîr
Gelên ku tevî hewa sar û baranê herikî qada Newrozê, xwestin di demeke kurt de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe. -
Peyama Kobanê: Lêgerîna azadiyê nayê têkbirin
Newroza Kobanê tevî barana zêde jî li ber stranên şoreşgerî yên Koroya Kobanê bi govendên bi coş ên welatiyên ku qad tijî kirin bi dawî bû. -
Ji bo şehîdên Hesekê 3 rojan şîn hat îlankirin
Koordînasyona Giştî ya Kantonên Rojava, ji bo şehîdên Hesekê 3 rojan şîn îlan kir. -
Pêşmerge û gerîlayan 5 gund rizgar kirin: 50 çete hatin kuştin
Li derdora bajarokê Daqûq ê bajarê Başûrê Kurdistanê Kerkûkê, di operasyonên gerîla û tîmên antî-terorê yên pêşmergeyan de 5 gund ji çeteyên DAIŞ'ê hatin rizgarkirin. Di operasyonên hevpar de zêdeyî 50 çete hatin kuştin. -
Newroza Bonnê peyama Ocalan silav kir
Kurdistanî û dostên wan ên li Elmanyayê dijîn, di pîrozbahiya Newrozê ya li Bonnê de kom bûn. Bi deh hezaran kesên li qadê civiyan, peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" pêşwazî û silav kirin. -
MDDP: Em bi coşa Newrozê benda hilbijartinê derbas bikin
MDDP, Newroz pîroz kir û bal kişand ku PKK'ê di rêbertiya Ocalan de soza jiyana nû dide. Di daxuyaniyê de ji bo hilbijartiên 7’ê Hezîranê banga piştgiriya ji HDP’ê re kir. -
KJK: Em, terora DAIŞ'ê ya di Newrozê de xwîn rijand lanet dikin
Koordînasyona KJK'ê da xuyakirin ku ew terora bermayîna kapîtalîzmê DAIŞ'ê, ku di Newroza 2015'an de xwîn rijand û bû sedema qetilkirina jin û zarokan, bi hêrseke mezin lanet kir. -
Nasnameya 37 kesên li Hesekê şehîd bûn hat aşkerakirin
Di êrîşên hovane yên ku şevê din li Hesekê, li hemberî welatiyên sivîl pêk hatin de 42 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Navên 37 cangoriyan hatin aşkerakirin. -
Hevserokê KCK Bayik ji Newroza Kobanê re peyam şand
Hevserokê Konseya Rêvebir a KCK’ê Cemîl Bayik, ji Newroza Kobanêre peyamek bi dîmen şand. -
Li Qesra Şaredariya Viyanayê Resepsiyona Newrozê
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, li ser vexwendina hevpar a Konseya Civaka Kurd a Awûstûryayê FEYKOM û Şaredariyê Viyanayê Michael Hauepl, li Qesra Şaredariya Viyanayê bi beşdariyeke berfireh Resepsiyona Newrozê hat dayîn. -
Kosret Resûl: Yekane rêya çareseriyê azadiya Serok Apo ye
Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Resûl got, "Yekane çareseriya pirsgirêkan, azadiya Seroka Apo ye. Ev yek jî zû yan dereng pêwîste pêk were. Îro pêwîstiya gelê kurd bi rêberekî wek APO heye û divê di nav me de be." -
Berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê li ser dikê hat nîşandan
Di Newroza li Kobanê de, berxwedana destanî ya şervanên YPG/YPJ'ê bi lîstika skeçê hat vegotin. -
Şaredarên Kobanê û Sêrtê li Konseya Ewropayê ne
Kongreya Rêveberiyên Herêmî ya Konseya Ewropa (KRHKE), ji bo rûniştinên giştî yên li Strasbourgê, Şaredarên Kobanê û Sêrtê vexwend, ku di du rûniştin û mijarên cuda de axaftinê bikin. -
MLKP Rojava, Newroz pîroz kir
MLKP Rojava, Newroz pîroz kir û komkujiya duh a dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê li Hesekê pêk anî, şermezar kir. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ji bo gelên me Newrozan bi awayekî azad û coeşeke mezin pîroz bikin, em mewziyên xwe zêde dikin. -
Peyama Ocalan heman kêliyê li Kobanê bû
Li Kobanê agirê meşaleya Newrozê li ser navê dayikên şervanên YPG/YPJ’ê Hevseroka Meclîsa Kantona Kobanê Eyşê Efendî pêxist. -
Newroza Amedê bi coşeke mezin dewam dike
Newroza dîrokî ya li Amedê bi coşeke mezin dewam dike. -
Li Kantona Cizîrê YPG bi êrîşên dijber derbên giran li çeteyan dixe
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da zanîn ku hêzên YPG/YPJ ên li Kantona Cizîrê piraniya êrîşên çeteyan bê bandor kirine, bi êrîşên dijber derbên giran li çeteyan dixin. Hat ragihandin ku di çalakiyên li Hesekê de 3 çete hatine kuştin. -
YPG: Li derdora Kobanê 35 çete hatin kuştin
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku di operasyonên YPG/YPJ'ê yên li rojhilat û başûrrojhilatê Kobanê de herî kêm 35 çete hatine kuştin. -
PEYAMA DÎROKÎ YA OCALAN
Peyama dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Newroza Amedê ya bi beşdariya mîlyonan, hat xwendin.