Li Qesra Şaredariya Viyanayê Resepsiyona Newrozê

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, li ser vexwendina hevpar a Konseya Civaka Kurd a Awûstûryayê FEYKOM û Şaredariyê Viyanayê Michael Hauepl, li Qesra Şaredariya Viyanayê bi beşdariyeke berfireh Resepsiyona Newrozê hat dayîn.

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, li ser vexwendina hevpar a Konseya Civaka Kurd a Awûstûryayê FEYKOM û Şaredariyê Viyanayê Michael Hauepl, li Qesra Şaredariya Viyanayê bi beşdariyeke berfireh Resepsiyona Newrozê hat dayîn.

Di resesiyonê de endamê Konseya Rêveber a KNK'ê Adem Ûzûn, nûnerên partiyên SPO, Kesk, Konsolosiyên Bolîvya, Kanada û DYA, parêzer, nûnerên sazî û komeleyan û rêxistinên civakî yên sivîl amade bûn.

Axaftina vekirinê ya bernameyê ji aliyê Parlamentera Eyaleta Viyana Sandra Wehsely ve hat kirin. Nehsely Newroz pîroz kir.

Wezîra Eyaleta Viyanayê Sandra Frauenberger jî diyar kir ku bi resepsiyonê re wan xwestine nîşan bidin ku piştgiriyê didin gelê Kurd.

Endamê Konseya Rêveber a KNK'ê Adem Ûzûn ê ku weke vexwendiyê taybet beşdarî resepsiyonê bû Newroz pîroz kir û KNK da nasandin. Ûzûn helwesta welatên Ewropa ya li ser Kobanê û qewimînên li Rojhilata Navîn nirxand.

MEŞA MEŞALEYÎ

Li aliyê din, bi qasî hezar kesên li ber Opera Viyanayê ya dîrokî hatin cem hev, meşale pêxistin û ber bi Stephansplatz a agirê Newrozê lê were dadan bi wêneyên Ocalan û alên PYD, YPG, YPJ û KCK'ê meşiyan. Girseya gel li vê qadê bi saetan li ber dahol-zirneyê govend gerand û Newroz pîroz kir. MLKP, Partîzan, DÎDF, TIKB û gelek sazî û rêxistinên din jî destek dan pîrozbahiyê.

LI ST. POLTEN Û LÎNZÊ AGIRÊ NEWROZÊ HAT DADAN

Li herêma Lînz û St. Polten ên Awûstûryayê jî agirê Newrozê hat dadan. Bi meşa meşaleyî û gerandina govendê çalakiyên Newrozê hatin lidarxistin.

Li St. Poltenê jî bi sedan kesên li ber Komeleya Çanda Mezopotamyayê hatin cem hev, agir dadan û govend gerandin.

Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) Şaxê Viyana jî wê Newrozê li Votivparkê pîroz bike. Di pîrozbahiyê de wê Koma Muzîkê ya Ciwanên Azad a Viyana derkeve ser dikê.