Ji Newroza 'Ji Ocalan re Azadî' çend not - Arzû Demîr
Gelên ku tevî hewa sar û baranê herikî qada Newrozê, xwestin di demeke kurt de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.
Gelên ku tevî hewa sar û baranê herikî qada Newrozê, xwestin di demeke kurt de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.
Li Amedê roja 21'ê Adarê, mîna Newrozên din gelekî zû destpê kir. Beriya bi rojan li taxan agir hat dadan, pîrozbahiyan destpê kirin. Pîrozbahiya herî bi heybet jî di 21'ê Adarê de pêk hat. Gel danê sibehê herikî qada Newrozê. Hewa sar û baranê jî nikarîbûn pêşî li hatina gel bigirin.
Amedê, ne tenê ji mirovên ji bajarên Kurdan, ji mêvanên ji Stenbol, Enqere, Îzmîr, gelek bajarên din ên Tirkiyeyê û Ewropayê re malovanî kir.
Heta qada pîrozbahiyê, li sê nuqteyên cuda, wezîfedarên ji aliyê Komîteya Amadekar a Newrozê ve hatin diyarkirin, lêgerîn kirin. Di nuqteya destpêkê de polîs hebûn, lê belê tevlî karê lêgerînê nebûn.
ŞAHIYEKE BI HEYBET
Pîrozbahiya bi dirûşma "Êdî bes e ji Rêber Apo re Azadî" hat lidarxistin, veguherî şahiyeke bi heybet. Tevî hewa sar û baranê jî jinên Kurd kincên xwe yên gelêrî yên rengîn li xwe kirin. Mêrên ciwan jî bi giranî "şal û şapik" ku weke "kincê gerîla" tê naskirin, li xwe kirin.
Li her cihê qadê govend hat gerandin.
Hejmara pankartan kêm bû, lê al nikarîbû bihata jimartin. Ji alên PKK'ê heta YPG'ê hemû sembolên tevgera azadiyê ya Kurd û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin. ESP'yî, Partîzanî û Anarşîst jî bi alên xwe hatin qadê. 5. Kongreya MLKP'ê ku di nava 10 rojan de di parastina Rojava de 3 şervanên xwe şehîd da, bi pankartan li qadê hat silavkirin.
JI ARTVÎNÊ PEYAMA BI 4 ZIMANAN
Rêxistina HDP'ê ya Artvînê bi zimanên Lazî, Gurcî, Hemşîncî û Kurdî pankarta bi nivîsa "Em li vir in" li qadê vekir û cihê xwe di pîrozbahiyê de girt.
Tevî Hevserokên HDP, KCD, DBP, ESP, ODP, SDP, KESK, Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah û Hevşaredarên herêmê, gelek nûner di pîrozbahiyê de amade bûn. Bira û xwişka Ocalan Mehmet û Fatma Ocalan li protokolê cihê xwe girtin. Dê û bavê cangoriya Kobanê Sîbel Bûlût ji Dêrsimê hatin û tevlî pîrozbahiyê bûn. Malbatên cangoriyê Kobanê Sûphî Nejat Agirnasli, Berkîn Elvan, Ethem Sarisuluk û Medenî Yildirim jî di pîrozbahiyê de amade bûn.
Di axaftinên li ser dikê hatin kirin de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şoreşa Rojava hatin silavkirin, Newroz li Ocalan hat pîrozkirin. Şervanên enternasyonal û cangoriyên Rojava, navê şervanên MLKP'ê Ivana Hoffmann û Sûphî Nejat Agirnasli gelek caran hat ser ziman.
Axaftina silavkirinê bi zimanên Kurdî, Tirkî û Erebî hat kirin. Li ser sirûda neteweyî ya Kurdan 'Ey Reqîp' deqeyek rêz hat girtin.
JI BAŞÛR DAXWAZA AZADIYA OCALAN HAT KIRIN
Peyama Serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçirvan Barzanî hat xwendin. Li ser navê 7 partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê Rêkar Ehmed peyivî û diyar kir ku ew dixwazin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tavilê azad bibe.
Koroya Stranên Şoreşa Cîhanê ya NÇM'ê, ji Venceremosê heta Sirûda Karkeran a Awûstûryayê sirûdên şoreşgerî bi Kurdî got.
Agirê newrozê bi dirûşmên "Ji Ocalan re Azadî" hat pêxistin. Fîşekên hewayî hatin teqandin, bi hezaran nepox hatin firandin.
COŞA GEL EWLEKARÎ NAS NEKIR
Daxwaza gel a derbaskirina benda ewlekariyê û xwe gihandina dikê, di vê Newrozê de jî xwe da der. Gel bend derbas kir û cihên ji bo rojnamevanan û rûniştina mêvanan hatibû veqetanadin, ji holê rakir.
Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevî baranê jî bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. Peyam bi qîrîna dirûşmên "Ji Ocalan re Azadî", "Bijî Serok Apo" hat pêşwazîkirin.
Newroza bi dirûşma "Ji Ocalan re Azadî" destpê kir bi heman dirûşmeyê bi dawî bû. Daxwaza "Ji Ocalan re Azadî" mora xwe li Newroza 2015'an xist.