Li Parîsê pîrozbahiya bi coş a Newrozê
Li Parîsê bi hezaran Kurdistanî û dostên wan li Parc Le Plateau Champigny tevî hewaya sar jî bi coşa Newrozê hatin gel hev.
Li Parîsê bi hezaran Kurdistanî û dostên wan li Parc Le Plateau Champigny tevî hewaya sar jî bi coşa Newrozê hatin gel hev.
Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal û Hevserokê PYD’ê Salih Muslim wek axaftvan beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn, li qada Newrozê dirûşmên, “Bijî berxwedana Kobanê, bijî Serok Apo” kêm nebû.
Navçeya Champigny Sur Marne Kji pîrozbahiyên Newroza îsal re malovanî kir. Ji danê sibehê ve tevî hewaya sar jî Kurdistanî ber bi qadê ve herikîn. Pîrozbahî saet 12.00’an bi axaftina Hevseroka Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa Şukran Akdogan ve hat kirin. Akdogan di destpêka axaftina xwe de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, xizmên şehîdan û tevayî hezkiriyên têkoşîna azadiyê silav kir. Akdogan got ku bi hêviya di sala 2016’an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe wê li her qadê têkoşîna xwe bidomînin. Piştî axaftina Akdogan koroya zarokan a di bin banê Navendên Civaka Kurd a Demokratîk de xebatan dimeşînin derket pêşberî gel.
Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal jî bal kişand ser girîngiya dîrokî ya Newrozê û der barê pêşveçûnên dawî de axivî.
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim jî bi coşa serketina Kobanê gel silav kir. Muslim got ku gelê Kurd bi berxwedana xwe destaneke dîrokî nivîsandiye.
Peyama bi dîmen a Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik bi rêya sînevîzyonê hat temaşekirin. Bayik Newroza gelê Kurd pîroz kir û diyar kir ku tevî hemû polîtîkayên qetlîemker gelê Kurd bi serketinên nû gihiştiye Newroza 2015’an.
Şaredarê Champigny sur Marne Dominique Adenot, li ser navê Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Fransa Pierre Laurent, Berpirsyara Karên Derve ya PCF Lydia Samarbanksh, Serokê Komeleya Dostaniyê ya Kurd a Fransa Sylvie Jan, li ser navê MRAP Renée Le Mignot jî tevlî pîrozbahiyên Newrozê bûn. Şaredarê Champigny sur Marne Dominique Adenot got ku ji ber roja Newrozê li herêma xwe malovaniya Kurdan kirine şanaz in. Adenot diyar kir di girtîgehê de hiştina rêberê gelê Kurd rewşeke ku nayê fêmkirin û got, “Tevgera azadiya Kurd êdî bûye tevgereke Rojhilata Navîn.” Adenot Newroza gelê Kurd pîroz kir.
Axaftvanên din jî bibîr xistin ku pêwîst e demldest PKK ji lîsteya rêxistinên terorê bê derxistin. Newroza gelê Kurd pîrozkirin û diyar kirin ku di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de wê li rex HDP’ê bûn.
Koroya Tev-çand korosu, Zele Mele, Denîz Deman, Grup Abdal Sara, Ergîn Xelîkan stranên xwe yên Kurdî, Zazakî, Tirkî gotin û qada Newrozê coşandin.
Lîstîkên gelêrî yên Koma Govend rastî eleqeyeke zêde hat. Pîrozbahî heta saetên dereng ên êvarî dewam kir.