Hevserokê KCK Bayik ji Newroza Kobanê re peyam şand
Hevserokê Konseya Rêvebir a KCK’ê Cemîl Bayik, ji Newroza Kobanêre peyamek bi dîmen şand.
Hevserokê Konseya Rêvebir a KCK’ê Cemîl Bayik, ji Newroza Kobanêre peyamek bi dîmen şand.
Bayik diyar kir ku Şoreşa Rojava û bi taybet berxwedaniya Kobanê, hem Kobanê û hem gelê Rojava, her wiha şoreşa hemû gelê Kurd û Tevgera Apoyî bi cîhanê da naskirin. Bayik got ku têkoşîna ku îro li Rojava tê dayîn, şerê mirovahiyê ye û jin pêşengtiya wê dikin.
Hevserokê Konseya Rêvebir a KCK’ê Cemîl Bayik, ji Newroza Kobanê re peyamek bi dîmen şand.
Peyam wiha ye:
"Ji çiyayên azad bi navê Tevgera Apoyî ez gelê me yê Rojava, şoreşa Rojava silav dikim. Ez bi munasebeta Cejna Newrozê gelê me yê Kurd, Asûrî, Suryanî, Ermenî, Ereb, Elewî û Durzî bi giştî pîroz dikim. Eger em îro Newrozekê dijîn û pîroz dikin li ser şehadeta qehremanan em pîroz dikin û gihîştin îro. Keda wan şehîdan mezin e. Di kesayeta şehîdên Rojava de li hemberî hemû şehîdên azadiyê hurmeta xwe diyar dikim. Ez cejna Rêber APO û hemû xebatkaran pîroz dikim. Şoreşa Rojava soreşeke mezin e, ev şoreş çarenûsa herkesî diyar dike. Dibe ku ev yek berê bi teorî dihate ziman, lê belê piştî berxwedanî û serketina Kobanê her kesî ev yek di piratîkê de dît û li ber çavên wan e. Her kesî bawer dikir çarenûsa wan girêdayî vê şoreşê ye.
Em li ser berxwedaneke mezin li Rojava, Başûr, Bakur û Rojhilat dikevin Newrozeke nû. Li ser serketinên mezin ên Kobanê, Til Himis û Til Berak em dikevin Newrozeke nû û pîroz dikin. Îro li Til Temir û Serêkaniyê qehremanên me şerekî mezin didin meşandin. Ev şerê parastina keramet, olan û çanda hemû gelan e, di heman demê de parastina nirx, dîrok û pêşeroja mirovahiyê ye. DAIŞ’ê li hemberî mirovahiyê, dîrokê, hemû nirxên mirovahiyê, jin, zarokan, hemû gelan, ol û çandan e. Li hemberî DAIŞ’ê têkoşîn û şerkirin keramete û wesfekî mirovahî, şoreşgerî û dîrokî ye.
Tê zanîn eger ev şoreş pêş ket û çarenûsa hemû gelan diyar dike, di bin vê yekê de kedekî Rêber APO û gelê Kurd û bi hezaran şehîdan heye. Îro vê kedê encamekî mezin daye, li ser vê yekê ev şoreş pêş dikeve û qehremaniyeke mezin tê jiyîn. Eger îro li Rojava gelê Kurd, Ereb û Suryan bi hev re dijîn, têdikoşin, ev encama vê xebatê û kedê ye. Çiqasî ked mezin be encama wê jî mezine, îro Rojava vê yekê ji bo hemû mirovahiyê isbat dike. Şoreşa Rojava bi taybet berxwedaniya Kobanê, hem Kobanê û hem gelê me yê Rojava her wiha şoreşa hemû gelê Kurd û Tevgera Apoyî bi cîhanê da naskirin. Nasnameyek ji bo Kurdan pêş xist, di vir de rola jinên Kurd esas e. Eger îro li ser mirovahiyê bandoreke mezin çêbûye, nasnameya Kurd hatiye naskirin, di vir de keda jinên Kurd pir girîng e, yên ku bandor kirine, Kurd û têkoşîna wî dane naskirin, ew berxwedaniya ku jin li Kobanê daye pêşxistin e. Kobanê yekîtiya Kurd pêş xist, ne tenê li Kobanê û Rojava, li her derê yekîtiya Kurd pêş xist. Nasname û serketina Kurdan pêş xist.
Di kesayeta Kobanê de Şoreşa Rojava di wateyeke mezin de Newroz e. Newroz bi vê berxwedaniyê gihîşte nasname û rastiya xwe. Newroz yekîtiye, berxwedan e û hemû derfet parvekirine. Newroz koletî û desthilatî nepejirandine, di azadiyê de israrkirine, derveyî jiyaneke azad jiyaneke dîtir nepejirandin û navê jiyanê nelêkirin e, şoreşa rojava ev yek isbatkir û bi herkesî da fêmkirin, ji bo hemû gelan, ola û çandan, dîrokek, ruhek û hêviyek pêşxist. Eger mirov bibêje wehşiyeta DAIŞ ê bisekinê, bi berxwedaniyê, di azadiyê de israrkirin û weha derbe li DAIŞ ê bide û mirovahiyê biparêz e, li Kobanê ev yek hate isbatkirin, ji ber vê yekê hemû cîhan Kobanê û vê şoreşê nas dike. Ev ruhê Newrozê ye, gelê me li Rojava; Kurd, Asûrî, Ereb, Ermen, Durzî û Elewiyan, di berxwedaniya şerê rojava de, bi taybet di şerê Kobanê de Newroz jiya. Newroz cejna hemû gelan e, yên dixwazin li dijî zulmê bisekinin, azadiyê bijîn, bi ruhê Newrozê xwe çêdikin. Di dîrokê de jî li dijî zulmê Newroz pêşket, di vê yekê de jî Kurdan pêşengtî kir, îro PKK ê jî vê pêşengiyê di Rojhilata Navîn de pêşdixê, PKK ê bi Newrozê re gelê Rojhilata Navîn kire yek, bi dîroka wan re kire yek, dîrok rast kir. Îro dîrok rast tê jiyîn, ev yek bi pêşengtiya Rêber APO û Tevgera Apoyî pêşket, ji ber vê yekê hemû gel, ol û çand dixwazin Rêber APO û Tevgera Apoyî, felsefea, bîrdozî û sîstema wê fêm bikin. Bi wê felsefê, bîrdoziyê û sîstemê têkoşînê pêşbixin, xwe biparêzin û bikarbin bijîn.
Îro li Rojava yekîtiya gelan çêbûye, bi hev re dijîn dikin û têdikoşin. Rojava pêwîste ji bo Suriyeke demokratîk, xwe bike bingeh. Li ser Rojava ji bo Sûriyeke demokratîk têkoşîn pêş bikeve, jê re pêşengtî bikin, ev wezîfeya şoreşa Rojava ye. Yên vê şoreşê pêş dixe û pêşengtiyê dikin, Kurd, Ereb, Suryanî, lazime ji bo Sûryeke demokratîk pêşengtî bikin, ji bo bikarbin vê şoreşê li tevahî Sûriye pêş bixînin, di Sûryeke demokratîk de, hemû gel, ol û çand bi hev re bi biratî, bi ruhê Newrozê jiyan bikin.
Lazim e gelê me yê rojava şerê gel ê şoreşgerî pêş bixînê, ji bo bikaribe li dijî wehşiyeta DIAŞ'ê hem rojava biparêze hem jî wê şoreşê li Sûriyê pêşbixînê û bi ser bixînê, di heman demê de bikaribe azadî û şoreşê li Rojhilatanavîn pêş bixînê, lazime pêşengtiya wê bike, tişta ji rojava, ji şoreşgerên rojava û ji gelê me rojava tê xwestin ev e, ji vê nizimtir û paşdetir xebatek, têkoşînek û wezîfek nabe. Eger tevgerek, şoreşek ji bo hemû mirovahiyê bibe hêvî, ew şoreşa lazime pêşengtiyê pêşbixînê, yên ku wê şoreşê pêşbixînin lazime wê wezîfeyên bidin ser milê xwe, çi bedel têne xwestin pêwîste ew bedel bêne dayîn. Eger li ser van esasan şoreş bê meşandin, ew şoreşa guhertineke mezin di Rojhilatanavîn de pêşbixînê. Kesek nikare li pêşiya wê şoreşê bisekine, ji armancê wê bide dûrxistin. Ew şoreş li ser armanc û rastiya xwe hîn zêdetir kûr bike, ferebike û mezinbike. Çi di sûrî de pêşbikeve çi jî di Rojhilata navîn de pêşbikeve. Ev xizmeteke mezin ji bo Kurdistanê û Rojhilatanavîn pêk bînê, ji vê baştir û xweştir tu wezîfe nînin, ji ber vê yekê gelê me yê li rojava Kurd, Ereb, Suryanî, Ermenî, Elewî û Durzî bi hev re di ruhê Newrozê de ji nûve xwe bişon û avabikin, di ruhê şehîdan de xwe bişon, paqij bikin û ava bikin. Eger ruhê Şehîdan û Newrozê ji bo xwe esas bigirin, li ser vê rêyê xwe ava bikin, ev ruhekî gelekî mezine, ruhê Rêber APO ye, kesek nikarê li pêşiya vî ruhî bibe asteng, ev ruh mezin qezenc dike û mezin dide qezenckirin. Li ser vî esasî ez careke dîtir Newroza gelê me Kurd, Ereb, Suryanî, Elewî, Ermenî, Aşûrî û Dûrziyan pîrozdikim. Silavên hemû şervanên Tevgera Apoyî diyarî we dikim. Ez dibêjim Bijî Newroz, Bijî Yekîtiya Gelan, berxwedana gelan û parvekirina gelan, Bijî berxwedaniya li dijî wehşiyeta DAIŞ ê gelê me pêşdixê, Bijî Rêber APO, Bijî têkoşîna me ya demokrasî û azadiyê, li ser van esasan ez ji bo we hemûyan serketinê dixwazim û dibêjim serketin, serketin, serketin.”