YPG: Li derdora Kobanê 35 çete hatin kuştin
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku di operasyonên YPG/YPJ'ê yên li rojhilat û başûrrojhilatê Kobanê de herî kêm 35 çete hatine kuştin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku di operasyonên YPG/YPJ'ê yên li rojhilat û başûrrojhilatê Kobanê de herî kêm 35 çete hatine kuştin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku berxwedana Kobanê ya li hemberî hewldanên dagirkeriya rêxistina terorî ya DAIŞ'ê tê meşandin bi mizgîniya serketinê dewam dike û destnîşan kir, ku di roja 187. a berxwedanê de hêzên YPG/YPJ'ê bi operasyonên li rojhilat û başûrrojhilatê Kobanê derbên giran li çeteyan xistin.
GIRÊ XIRAB ZÊR HAT PAQIJKIRIN, 6 ÇETE HATIN KUŞTIN
Navendê ragihandin ku di encama operasyoneke berfireh û pevçûnên dem dirêj ên li girê Xirab Zêr de gir bi temamî ji çeteyan hatiye paqijkirin û herî kêm 6 çete hatine kuştin. Li gorî daxuyaniyê, di vê operasyonê de 2 kleş, 1.000 fîşekên kleşê, 1 BKC, 3.000 fîşekên BKC, 1 roketavêja B7, 3 guleyên roketavêja B7, 2 rext û 20 şarjorên çekên çeteyan hatine desteserkirin.
Navenda Çapemeniyê diyar kir ku hêzên YPG/YPJ'ê komên çete yên li nêzî gundê Îqbiş ê li se xeta sînor jî hedef girtiye û di çalakiya li vir de 2 çete hatine kuştin.
LI DORA GIRÊ KAZANÊ 19 ÇETE HATIN KUŞTIN
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku pevçûnên li derdora girê Kazanê duh heta derengiya şevê dewam kiriye û di encamê de 19 çete hatine kuştin, tevî 6 termên çeteyan 10 kleş, 2000 fîşekên kleşê û 1 BKC ên çeteyan, ketine destê hêzên YPG/YPJ'ê.
ÇETEYAN ÊRÎŞÎ GUNDIYAN KIRIN
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da zanîn ku duh danê nîvro komek ji welatiyên xwestin biçin gundê xwe Salê rastî êrîşa çeteyan hatine û ji ber vê êrîşê 3 welatiyan jiyana xwe ji dest dane. Hat ragihandin ku piştî vê êrîşê hêzên YPG/YPJ'ê bi awayekî lezgîn xwe gihandine herêmê û li hemberî wan çeteyên êrîş pêk anîn dest bi operasyonê kirin.
LI GUNDÊ SINAA Û MEFREQA SIRÎNÊ 8 ÇETE HATIN KUŞTIN
Navendê diyar kir ku êrîşên komên çeteyan ên duh li hemberî gundê Sinaa û mefreqa Sirînê dabûn destpêkirin tevahiya rojê dewam kiriye û ev agahî da: "Di berxwedana ku hêzên Burkan El Fırat jî bi awayekî bandor tevlî bûn de bi qasî hat diyarkirin 8 endamê çeteyan hatin kuştin. Operasyona hêzên me ya ji bo ji holê rakirina gefa çeteyan dewam dike.
ŞERVANEKÎ BURKAN EL FIRAT JIYANA XWE JI DEST DA
Di pevçûnên li vê qadê de şervanekî me yê Burkan El Fırat ê ku di şikandina êrîşên çeteyan de rolek giring lîst û bi lehengî şer dikir gihiştiye şehadetê."