MDDP: Em bi coşa Newrozê benda hilbijartinê derbas bikin

MDDP, Newroz pîroz kir û bal kişand ku PKK'ê di rêbertiya Ocalan de soza jiyana nû dide. Di daxuyaniyê de ji bo hilbijartiên 7’ê Hezîranê banga piştgiriya ji HDP’ê re kir.

Partiya Guhertina Demokratîk a Mezopotamya (MDDP) ji bo Newrozê peyama pîrozbahiyê weşand.

Di peyamê de wiha hat gotin “Li ser navê gelê Asûrî/Suryanî/Keldanî; Newroza ku cejna azadî, berxwedan û jiyana nû ye: Li gelê Kurd ê welatparêz, Birêz Ocalan, Têkoşîna Azadiya Kurdistan, Kobaniya berxwedêr û li şehîdên abîdeyên berxwedanê pîroz be.”

 "Mezopotamya/Kurdistan a wek navenda Rojhilata Navîn tê hesibandin, di demeke ku ji aliyê pergalên emperyal, paşverû, faşîst û hevkar ve dihat înkarkirin û mehkûmî mirinê hatibû kirin, Mazlûm Dogan ê yek ji kadroyên lîder ê PKK’ê  bedena xwe danî holê, ev pêşdeçûna xerab a di aleyhê gelan de li zîndana Amedê 21’ê Adarê bi çalakiya fedayî ya dîrokî, zilma dewleta Tirk a faşîst hilweşand. Ji wê rojê û şûn ve Newroz bû sembola berxwedana şoreşgerî ya hemdem. Îro têkoşîna demokrasiyê ya civakî ya li Tirkiye, Rojava û qadên din tê pêşxistin, çanda xwe ji ruhê berxwedêr ê Mazlûm Dogan digire. Em jî di vê roja girîng a Newrozê de rêheval Mazlûm Dogan bi rêz û hurmet bibîr tînin!"

'PKK SOZA JIYANA NÛ DIDE’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin merheleya ku PKK di rêbertiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de gihiştiyê ji bo gelên Rojhilata Navîn soza jiyaneke nû dide û wiha hat gotin, "Eger li vê erdnîgariyê gel bi hev re tevdigerin, di heman refan de li rex hev li hember DAIŞ, El Nusra û AKP’ê şer dikin ev encameke çanda demokratîk a bi wate ye. Faşîzma DAIŞ’an bi destê hêzên serwer hat afirandin û piştevanê wê yê esasî dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê li qadên Kobanê, Şengal û Xabûrê ku bi hêzên YPG/YPJ, HPG û gelên din ên şer dikin re rû bi rû hatin, dema dîtin ku di vî şerî de a têk diçe DAIŞ’a faşîst e, planên wan ên li ser Rojava têk çûn. A li vir bi ser ket têkoşîna mirovatiyê bû. A winda kir AKP, DAIŞ û hwd. ên jiyana paşdemayî, zim û koletiyê ji gelê me re rewa dîtin bûn. Bi vî awayî em hikûmeta AKP’ê ya faşîst û durû a dîrokê DAIŞ’a bê nirx lanet û şermezar dikin.”

JI BO HDP'Ê BANGA PIŞTGIRIYÊ

Di daxuyaniyê de hêzên YPG, YPJ, HPG û yên ji gelên din hatin silavkirin û Arîn Mîrxan a li Kobanê jiyana xwe ji dest da hat bîranîn. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Bi taybet di êrîşa DAIŞ’ê ya li hember Xabûrê de em hêzên YPG, YPJ û HPG’ê yên hatin alîkariya gelê me silav dikin. Em di vê baweriyê de ne ku bi vê nêzîkatiyê re wê yekîtiya gelên me hê kûrtir bibe.

Bi ruhê hesabê  Seyfo/Qirkirin, komkujî, sirgûnên sed salî û tevayî êşên hatine kişandin ji dewleta Tirk bê pirsîn, ji bo jiyana demokratîk, azadiya Birêz Ocalan û tevayî êsîran, hikûmeta AKP’ê nêzî muzakereyeke cidî bibe, gelên me bigihêjin mafên demokratîk; em bang li her kesî dikin ku di hilbijartinên pêşiya me de yên 7’ê Hezîranê de piştgiriyê bidin HDP’ê! Em careke din Newrozê pîroz dikin. Bi coşa Newrozê em bihêlin HDP bendê derbas bike û ber bi serketina demokrasiyê ve bimeşin.”