Ciwanê ji Newroza li Parîsê vedigeriya di qezayê de jiyana xwe ji dest da

Ciwanê bi navê Ûmût Yalçin ê ji pîrozbahiyên Newrozê yên li paytexta Fransa Parîsê vedigeriya, di binê trenê de ma û jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, Yalçin ê bi malbata xwe re ji qada Newrozê derket, li gara Champingny saet di derdora 19:0 de, dema xwest rahêje goga zarokekî, ket nava cihê şiba trenê. Dema Yalçin ket, di binê trena ku dimeşiya de ma û jiyana xwe ji dest da.

Piştî ku Yalçin jiyana xwe ji dest da, bi sedan Kurdistanî li garê civiyan. Cenazeyê Yalçin piştî lêkolîna destpêkê ya li cihê bûyerê, ji bo otopsiyê rakirin morgê.

Piştî qezaya giran malbata Yalçin wê serdanên sersaxiyê ji sibehê û pê ve li Navenda Civaka Kurd a Les Mureauxê qebûl bike.