MLKP Rojava, Newroz pîroz kir û komkujiya duh a dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê li Hesekê pêk anî, şermezar kir. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ji bo gelên me Newrozan bi awayekî azad û coeşeke mezin pîroz bikin, em mewziyên xwe zêde dikin.
MLKP Rojava bi daxuyaniyeke nivîskî Newroz pîroz kir.
'EM MEWZIYÊN XWE ZÊDE DIKIN'
Di peyama bi gotina "Ji erdnîgariya şoreşê ya coş û hêviyê dide gelan, ji cihê dilê gelên bindest lê lê dide, li warê şervanên azadî û rûmetê, ji Rojava silav be ji we re" destpê kir de wiha hat gotin:
"Bi eqsa tarîtiya DAIŞ'ê ya faşîst û derya xwînê ya wê afirandiey, em bi dengekî geş û bi hêvî diqîrin: Cejna we ya berxwedan û vejînê, Newroz pîroz be!
Ji Kobanê heta Til Temirê, ji Serêkaniyê heta Hesekê, ji Şengalê heta Kerkûkê li hemû eniyên berxwedanê, bi şervanên xwe yên wêrek û canfeda, em bi hev re hêviyê mezin dikin û ji bo gelên me bi awayekî azad û bi coş Newrozan pîroz bikin, em mewziyên xwe zêde dikin.
Li hemû eniyan, li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên faşîst ku pêlîstokên emperyalîstane, bi coşa Newrozê em li ber xwe didin. Bi vî rengî li gorî ruhê Newrozê, em cejna vejîn û berxwedanê li her rojê belav dikin û serketinên nû yên Kawayên hemdem li dijî Dehaqên faşîst, amade dikin."
Di peyamê de bal hat kişandin ser komkujiya namerdî ya çeteyan a li Hesekê li hemberî jin, zarok û sivîlan pêk anîn û hat gotin, "Şoreşa me neçar e parastina cewherî xurt bike, mezin bike û van keriyên kujeran ji temamiya erdnîgariya me derxîne. Di serî de li şehîdên Newrozê soza me li hemû şehîdên me ye. Heta ku ev keriyên faşîst, ji temamî ji erdnîgariya me ya şoreşê neyên avêtin, çeka me wê bêdeng nebe, meşa me wê nesekine."
Di peyamê de Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê ji bo azadiya Ocalan herikîne kolanan û li gerîla hat pîrozkirin.