Berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê li ser dikê hat nîşandan

Di Newroza li Kobanê de, berxwedana destanî ya şervanên YPG/YPJ'ê bi lîstika skeçê hat vegotin.

Li Kobanê di pîrozbahiya Newrozê de, şervanên YPG/YPJ'ê skeçek li ser berxwedana Kobanê pêşkêş kirin.

Di vê lîstika şano de rewşa şervanên YPG/YPJ'ê ya li eniya şer a berxwedana li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de hat vegotin. Skeça şervanan li eleqeyek mezin a beşdaran rast hat û bi dirûşmên "Bijî Berxwedana Kobanê", "Bijî YPG/YPJ" hat pêşwazîkirin. Pîrozbahiya Newrozê bi govenda li ber stranên Koroya Kobanê dewam dike.