Li gorî daxuyaniya Berdevkê Komîteya Daqûqê Îdrîs Hecî Adil; "Di encama operasyona hevpar a hêzên pêşmerge, tîmên antî-teror û gerîlayan de 5 gundên li nava sînorê Daqûqê bi temamî ji terorîstên DAIŞ'ê hatin paqijkirin. 50 çete hatin kuştin, bi dehan çete birîndar bûn."
Adil da xuyakirin ku hêzên Kurd xwe ji bo operasyoneke nû amade dikin û got, "Amadekariyên operasyona li hemberî gundên Uzêr û Etşane yên Kerkûkê, ku DAIŞ ji xwe re weke biryargehê bikar tîne, dewam dikin. Di van operasyonên 3 rojan de 6 pêşmergeyên me bi lehengî şer kirin û gihîştin şehadetê."
DI TEQÎNÊ DE 2 PÊŞMERGEYAN JIYANA XWE JI DEST DAN
Di encama operasyona hevpar a gerîla û pêşmergeyan de, li gundê Wehdê yê ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin û ket bin kontrola pêşmergeyan, bombeyeke ji aliyê çeteyan ve li malekê hatibû bicihkirin teqiya û di encamê de 2 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan, pêşmergeyek birîndar bû.