Peyama Ocalan heman kêliyê li Kobanê bû
Li Kobanê agirê meşaleya Newrozê li ser navê dayikên şervanên YPG/YPJ’ê Hevseroka Meclîsa Kantona Kobanê Eyşê Efendî pêxist.
Li Kobanê agirê meşaleya Newrozê li ser navê dayikên şervanên YPG/YPJ’ê Hevseroka Meclîsa Kantona Kobanê Eyşê Efendî pêxist.
Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Amedê hat xwendin heman kêliyê ji ekrana li qada Newrozê hat temaşekirin û guhdarkirin.
Pîrozbahiya bi pêxistina agir destpê kir, ji bo şehîdên Kurdistanê deqeyek rêzgirtin pêk hat. Piştî rêzgirtinê Koma Folkorê ya Kesk Sor Zer a girêdayî TEV ÇAND’ê bi cil û bergên YPG/YPJ’ê derket dikê. Piştî folklorê Hevserokê Hikûmeta Kantona Kobanê Enver Muslim axivî. Muslim got ku berxwedana Kobanê û Cejna Newrozê diyarî şervanên YPG/YPJ’ê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin. Muslim got, “Şervanên qehreman ên berxwedana Kobanê îro tenê Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê paqij nekirin, ji bo parastina tevayî gelên cîhanê li ber xwe dan.”
Piştî Enver Muslim yek ji fermandarên YPG’ê Cemîl Mazlum gel silav kir. Mazlum di destpêka axaftina xwe de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şervanên YPG/YPJ’ê û kesên di êrîşa Hesekê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî. Mazlum got ku wê hesabê êrîşa hovane ya li Hesekê bê pirsîn. Mazlum got, “Em dubare dikin, em wek fedayiyên Rêber Apo heta Kurdistan di bin dagirkeriyê de be, li hember dijminên Kurd û gelên din em ê têbikoşin û welatê xwe azad bikin.”
Ji Yekîtiya Star Sara Xelîl jî di axaftina xwe de got ku gelê Kobanê berdêlên pir mezin dane û wiha axivî, “Em Newrozê di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Îmrali di bin esaretê de ye û diyarî şehîdên qehreman dikim. Kobanê berdêlên mezin dan, lê bû xwedî dîrokek bi rûmet.”
Parlamenterên Riha yên HDP’ê Îbrahîm Bînîcî û Îbrahîm Ayhan ên di nav heyeta Bakur de cih digirin û tevlî Newroza Kobanê bûne Newroza gelê Kobanê pîroz kirin.
Li qadê posterê Ocalan ê 10 metreyî ku hatiye daliqandin, piştî axaftinan peyama Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik bi rêya sînevîzyonê hat pêşandan.
Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Amedê hat xwendin heman kêliyê ji ekrana li qada Newrozê hat temaşekirin û guhdarkirin.