Bi mîlyonan kesên tevlî Newroza Amedê bûn azadiya Ocalan xwestin
Bi mîlyonan kesên ku tevlî Newroza bi heybet a Amedê ku têde peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwendin bûn daxwaza azadiya Ocalan kirin.
Bi mîlyonan kesên ku tevlî Newroza bi heybet a Amedê ku têde peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwendin bûn daxwaza azadiya Ocalan kirin.
Di Newroza bi heybet a ku îro li Amedê hate lidarxistin de, Rêkar Ehmed li ser navê 7 partiyên Başûrê Kurdistanê axivî û banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. Rêkar Ehmed da zanîn ku ew dixwazin di demek zû de Ocalan bigihêje azadiya xwe û bang li Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan kir ku berpirsyariyên ku ji bo çareseriya mayînde ya pirsgirêka Kurd dikeve ser milê wî pêk bîne. Ehmed bal kişand ku HPG, YPG û Pêşmerge mil bi mil ji bo azadya Kurdistanê şer dikin û wiha axivî: “Em hemû jî hezaran car spasiya van şervanan dikin. Ew me ji dijminên mirovahiyê diparêzin. Hêvîdar in ku em ê sala tê li tevahiya Kurdistanê Newrozê bi coşeke mezintir pîroz bikin.”
'RÊYA BIRÊZ OCALAN DAYE DESTPÊKIRIN RÊYA ÇARESERIYÊ YE‘
Piştre Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah dest bi axaftinê kir û di serî de Newroza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyan, gelê Kurd, dostên Kurdan û tevahî cîhanê pîroz kir. Ebdullah diyar kir ku li Rojhilata Navîn rewşekî gelek xerab û êrîşên hovane li ser gelan û bi taybet jî li ser Kurdan pêk tên. Abdullah da zanîn ku ji ber vê yekê rêya çareseriyê, siyaseta demokratîk e rêya aştiyê, biratiyê û diyalogê rêya Rêber Apo daye destpêkirin e. Rêya çareseriyê pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin e. Divê hemû hêzên alîgirên çareseriyê û demokrasiyê piştgiriyê bidin pêvajoya çareseriya demokratîk a a li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê." Ebdullah bal kişand ser girîngiya Şoreşa Rojava û wiha axivî: "Şoreşa Rojava bi projeya Xweseriya Rêveber bûye hêza parastina hemû gelan û jiyana hevbeş a Sûriyeyek Demokratîk. Serketina Kurdan serketina tevahiya gelê Kurd, hêzên demokratîk, biratiya gelan û Sûriyeyê ye. Ji ber vê yekê em bang li hemû hêzên demokratîk û alîgirên çareseriyê dikin, piştgiriyê bidin vê yekê. YPG û YPJ bûye hêza parastina Sûriyeyê."
'EM BI BERXWEDANÊ HATIN VAN ROJAN'
Hevseroka KCD'ê Selma Irmak Newroz hemû gelê Kurdistanê û hemû cîhanê pîroz kir û diyar kir ku Newroz jin, ciwan û heqîqata civakê ye û wiha got: "Ji ber vê yekê Newroz ji bejna gelê Kurd û bejna we tê. Ji salên qedîm heya niha du xet li hemberî hev şer dikin. Xeta yekemîn xeta reş a desthilatdariyê ye. Li hemberî vê xeta reş jî xeta berxwedanê her tim hebûye. Ev demar her tim di nava civakê de xwe mezin kir û xwe bilind kirin. Çawa Kawayê Hesinkar li hemberî xeta reş li ber xwe da û bû sembola berxwedana gelan îro jî berxwedan li Kurdistanê berdewam dike. Em gelê Kurd di rojên dijwar de derbas dibin. Xaniyên me hilweşandin. Em ji welatê xwe hatin sirgûnkirin. Em hatin girtin û hatin qetilkirin. Ev yekê weke çarenûsa me dîtin. Lê agirê Newrozê xweliya li ser me hatî rêjandin paqij kir. Li Girtîgeha Amedê de bi 3 zilikan û dirûşmeya "Berxwedan jiyan e, Berxwedan jiyan e" Kawayê Hemdem Mazlum Dogan em anîn van rojan. "