Pîrozbahiyên Newrozê yên li Ewropayê dewam dikin
Pîrozbahiyên Newrozê yên li gelek navendên Ewropayê tên lidarxistin, dewam dikin. Di pîrozbahiyan de serketina Kobanê hat silavkirin.
Pîrozbahiyên Newrozê yên li gelek navendên Ewropayê tên lidarxistin, dewam dikin. Di pîrozbahiyan de serketina Kobanê hat silavkirin.
HOLLANDA
Li bajarê Hollanda Den Haagê, Kurdan bi meşeke meşaleyî Newroz pîroz kirin. Di çalakiyê de êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Til Temir, Serêkaniyê û Til Hemîsê hat protestokirin û dirûşma "Serêkaniyê ne bi tenê ye" hat qîrîn.
Meşa meşaleyî li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Den Haagê saet di 18:30 de destpê kir û heta Meydana Wijkparkê dewam kir. Di tevahiya meşê de bi zimanên Kurdî û Hollandî dirûşmên "Bijî Newroz", "Jin Jiyan Azadî", "Bijî Swerok Apo", "Bijî Berxwedana Kobanê" hatin qîrîn, pankarta bi nivîsa "Newroz pîroz be" û pankarta ji wêneyên 3 jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin hatin hilgirtin. Çalakî bi gerandina govendê heta saetên dereng dewam kir.
DANÎMARKA
Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Danîmarkayê, bi beşdariya gelek welatparêzan Newroz hat pîrozkirin. Girseya gel li hewşa navendê agirê Newrozê pê xist û li dora agir govend gerand. Namzetê Parlamenteriyê yê Kurd ê ji Partiya Gel a Sosyalîst Serdal Benlî di axaftina xwe ya li vir de serketinên li Şengal û Kobanê silav kir û destnîşan kir ku divê gelê Kurd xwedî li van serketinan derekve.
Li Navendên Civaka Kurd ên li bajarê Odense û Horsensê jî, bi beşdariya hunermendên herêmî Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin.
Wê di 28'ê Adarê de li navenda Kopenhagenê, di 30'ê Adarê de jî wê li bajarê Horsensê çalakiyên Newrozê werin lidarxistin.
SWÎSRE
Li bajarê Swîsre Zurichê, meşa meşaleyî û mîtînga Newrozê bi beşdariya hezar kesî pêk hat. Di çalakiya li Helvetia Platzê bi meşeke meşaleyî destpê kir de, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mazlûm Dogan û şervanên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan, alên YPG, KJB, PYD, TKP/ML, MLKP, SYKP, ÎGÎF, ÎDHF, ÎDGB û pankartên Koordînasyona Hilbijartinê ya 7'ê Hezîranê hatin hilgirtin.
Di axaftina li ser navê komîteya amadekar de hat ragihand ku Newroz roja berxwedan û vejînê ye û hat gotin, "Raperîna Kawayê Hemdem a li hemberî Dehaqên Zalim, li erdnîgariya Rojhilata Navîn gihaşt daxwaza azadiyê ya gelan. Bû gerîlayên Kurd, bû Mazlûm, veguherî sembola azadiyê ya di bedenan de xwe da der. Em serketina Kobanê careke din silav dikin."
ELMANYA
Li bajarê Elmanya Stûttgartê jî Newroz bi meşeke meşaleyî û mîtîngê li Laûtenschlagerstr hat pîrozkirin.
Di çalakiyê de li gel saziyên Kurd û Kurdistanî, MLKP, TKP/ML, MKP, DTM, AGÎF û SYKP jî amade bûn. Di çalakiyê de bê navber dirûşmên "Bijî Newroz", "Ji Ocalan re Azadî", "Newroz pîroz be" hatin qîrîn.
Di mîtîngê de li ser navê Federasyona Karkerên Koçber li Elmanyayê û Navenda Çandê ya Tohûm axaftin hat kirin. Nûnerê federasyonê di axaftina xwe de ragihand ku berxwedanên Kobanê, Rojava û Şengalê mora xwe li Newroza 2015'an xistine û got, "Rêxistina terorê ya faşîst çeteyen DAIŞ'ê, li xezeba agirê Newrozê rast hat." Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.