Kosret Resûl: Yekane rêya çareseriyê azadiya Serok Apo ye

Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Resûl got, "Yekane çareseriya pirsgirêkan, azadiya Seroka Apo ye. Ev yek jî zû yan dereng pêwîste pêk were. Îro pêwîstiya gelê kurd bi rêberekî wek APO heye û divê di nav me de be."

Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Resûl bi peyamekê Newroza Amedê û Kurdên Bakur pîroz kir û got, "Em piştgiriya proseya aştiyê li Tirkiyê dikin û bi baweriya me yekane rêya çareseriya pirsgirêkan azadiya Serok Apo ye. Îro pêwîstiya Kurdan bi rêberekî wek APO heye ku divê di nav me de be."

Cîgirê Serokê herêma Kurdistanê Kosret Resûl di peyama xwe ya Newrozê de ev xal destnîşan kir: "Îro em hemû li Amedê ji bo Newrozê kom bûne. Bi salane dijminên me dixwazin vê cejnê bidin ji bîrkirin û nikarin bi ser bikevin. Lê belê her tim ji salên berê mezintir me ev cejn pîroz kiriye û em ê bikin. Kombûna me ya li vir jî nîşan dide ku em kurd li ku dibe bila bibin yek çand û armancek me heye."

Resûl her wiha diyar kir ku ew bi rêya vê pîrozbahiyê silavên Başûr digihêne Birêz Ocalan û wiha got: "Silavên Başûr ji Serok Apo û hemû Kurdên Bakûr re dişînim. Em piştgirî didin proseya aştiyê li Tirkiyê û bi nêrîna me yekane çareseriya pirsgirêkan, azadiya Seroka Apo ye. Ev yek jî zû yan dereng pêwîste pêk were. Îro pêwîstiya gelê kurd bi rêberekî wek APO heye û divê di nav me de be."