Peyama Kobanê: Lêgerîna azadiyê nayê têkbirin

Newroza Kobanê tevî barana zêde jî li ber stranên şoreşgerî yên Koroya Kobanê bi govendên bi coş ên welatiyên ku qad tijî kirin bi dawî bû.

Li Kobaniya ku li hember çeteyên DAIŞ’ê û piştevanên wan bi ser ket, bi pîrozkirina Newrozê re nîşan da ku lêgerîna azadiyê nayê têkbirin. Peyamên berxwedêrên ji nasnameyên cuda û rayedarên kantonê nîşan dan ku wê pêşeroja Rojhilata Navîn bi yekîtiya gelan a wekhev, azad û xwişk û biratî be.

*Agirê Newrozê li ser navê dayikên şervanên YPG/YPJ’ê yên jiyana xwe ji dest dane Eyşê Efendî pêxist.

*Jin û zilamên extiyar ên 70 salî li rex wezîfedarên ewlekariyê yên li qada Newrozê cih girtin.

*Hemû axaftvanan komkujiya Hesekê ya duh li Hesekê pêk hat şermezar kirin.

*Endamên DBP’ê û parlamenterên HDP’ê bi Kobaniyan re Cejna Newrozê pîroz kirin.

*Di bin barana zêde de şervanên YPG/YPJ’ê li nuqteyên serwer tedbîrên ewlekariyê girtin.

*Welatiyên Kobanê bi cil û bergên xwe yên rengareng û gelêrî li qadê cih girtin.

*Hikûmeta Kantonê û şervanên YPG/YPJ û gel bi hev re govend gerandin û Cejna Newrozê pîroz kirin.

*Ji bo şopandina Newroza Kobanê  rojnamevanên ji Kurdistan û Ewropa hatin li qadê navenda çapemeniyê hat avakirin.

*Dema peyama Newrozê ya dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan hat xwendin bi hezaran kesên li qadê bi awayekî bêdeng peyam guhdarî kirin. Piştî peyam hat xwendin bi deqeyan dirûşma, “Bijî Serok Apo” hat xwendin.

*Peyama Newrozê ya Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê  Cemîl Bayik a bi dîmen hat temaşekirin.

*Dema pîrozbahiya Newrozê qediya welatiyên Kobanê bi dirûşma, “Bijî Berxwedana YPG/YPJ" ber bi navenda bajêr ve meşiyan.