Newroza Amedê bi coşeke mezin dewam dike

Newroza dîrokî ya li Amedê bi coşeke mezin dewam dike.

Newroza dîrokî ya li Amedê bi coşeke mezin dewam dike. Tevî baranê jî, gel hînê diherike qada pîrozbahiyê. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli diyar kir ku ew ê di Newroza 2016'an de li vê qadê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşwazî bikin û destnîşan kir, ku ev yek wê bi têkoşîna gelê Kurd pêk were. Agirê Newrozê li ber dirûşmên "Ji Ocalan re Azadî" hat pêxistin.

Li qada Newrozê ya Amedê, pîrozbahiyên Newroza dîrokî dewam dike. Kincên gelêrî yên beşdarên Newrozê li xwe kirin, pankartên hatin vekirin, flama û posterên hatin hildan, reng dan qada Newrozê. Herikîna girseya gel ber bi qada Newrozê ve, li gel baranê jî dewam dike. Yên wesayît bi dest dikeve bi wesayîtan ên bi dest nakeve jî bi peyatî tên qadê.

Li dû anonsa "Bi mîlyonan carî silav ji Ocalan re, Newroz pîroz be", pîrozbahiyên li qada Newrozê destpê kirin. Li qadê alên KCK, PKK, YPG, YPJ, alên Kurdistana Federal û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin bilindkirin.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ya li ber sirûda Ey Reqîp, li ser navê Komîteya Amadekar a Newrozê Hevserokê DBP'ê yê Bajarê Amedê Alî Şîmşek axaftina vekirinê kir. Şîmşek anî ziman ku Newroza îsal tê pîrozkirin dîrokî ye û got, "Êdî bes e, ji Rêber Apo re azadî". Şîmşek diyar kir ku ew Newrozê diyarî cangoriyên di berxwedana Şengal û Kobanê de jiyana xwe ji dest dane dikin û got, "Azadiya Rêberê me wê bi yekîtî û têkoşîna gelê me bê."

Pitşî axaftina vekirinê, peyamên ji Ewropa, Amerîka, Tirkiye û çar parçeyên Kurdistanê ji Komîteya Amadekar re hatibûn şandin, hatin xwendin.

Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê ya Federal Nêçirvan Barzanî di peyama xwe de diyar kir ku ew hêvîdar e Newroza 2015'an ji Yekîtiya Neteweyî ya Kurdan re bibe wesîle. Peyamên ji Şengal û Kobanê hatin jî bi çepik, tilîlî û dirûşmeyan hatin pêşwazîkirin.

Piştî ku Koroya Stranên Şoreşên Cîhanê ya NÇM'ê derket ser dikê, wêneyên mezin ên Ocalan û Arîn Mîrxan a li Kobanê jiyana xwe ji dest da, li qada pîrozbahiyê hatin gerandin.

Bi sed hezaran kesên li qada Newrozê bi yek dengî dirûşma "Ji Ocalan re Azadî" qîriya. Li her nuqteya qadê girseya gel kom bi kom govend gerand. Mêvanên biyanî û meşvanên ji Cizîrê hta Amedê ji bo azadiya Ocalan meşiyan, bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin.

Li dû axaftina vekirinê Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli peyivîn. Kişanak da xuyakirin ku ew hêvîdar in Newroza 2015'an bibe Newroza azadiyê. Hevşaredar Firat Anli jî Newroz li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê pîroz kir. Anli got, "Newroza 2015'an Newroza Kobanê ye. Silavên herî mezin ji Kobanê re. Em li pêşberî bîranîna şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Ew ê di têkoşîna me de bijîn." Anli ragihand ku ew ê di Newroza sala pêş de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Amedê pêşwazî bikin û anî ziman ku ev yek jî wê bi têkoşîna gelê Kurd pêk were. 

Pîrozbaniyên Newrozê dewam dike.