Xizmên windayan û ÎHD'ê di çalakiyên xwe yên hefteyî de aqubeta kesên di pîrozbahiyên Newrozên salên 90'an de hatin qertilkirin pirsîn. Di çalakiyan de kesên di pîrozbahiyên Newrozan de hatin qetilkirin hatin bîranîn.
AMED
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan çalakiya xwe ya hefteyî ya bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin" li Parqa Koşuyolu li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin û qetilkirin hatin hilgirtin. Rêveberên ÎHD'ê û gelek xizmên windayan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de kesên di sala 1992'an de li Şirnex, Mêrdîn û bajarên din di pîrozbahiyê Newrozê de hatin qetilkirin hatin bîranîn.
Di çalakiyê de Parêzerê ÎHD'ê Abdullah Zeytun axivî û bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên di salên 90'an de pêk hatin. Zeytun anî ziman ku li hemberî pîrozbahiyên Newrozê dewletê êrîş pêk naîn û gelek kes qetil kirin.
Zeytun da zanîn ku di êrîşên pîrozbahiyên Newrozê de bi dehan welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî bi giranî birîndar bûn û wiha got: "Hêzên dewletê bi çekan êrîş li meşa Şirnex û Cizîrê kir. Li Şirnexê Hatîce Katar a 5 salî, Mehdî Gungen ê 9 salî û Nehahat Kakuç a 65 salî, Ramazan Bayer ê 70 salî û zarokê bi navê Halîlk Babek ji aliyê leşker, polîs û tîmên taybet ve hatin qetilkirin. Di bûyerên heya 23'yê adarê de berdewam kirin de di nav de rojnamegerek jî heyî 57 welatî hatin qetilkirin. Di 22'yê adarê de li Nisêbînê jî welatî bi armanca şermezarkirina êrîşa polîsan derketin qadan. Di encama êrîşa polîsan û tîmên taybet a li hemberî welatiyan de li gorî daneyên fermî 16 welatî hatin qetilkirin û 106 kes birîndarbûn."
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.
GEVER
Li Geverê xizmên windayan bi şîara “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” cara 51’emîn çalak îli dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de çîroka qetilkirina Îkbal Yaşar ê di 23’ê Adara 2008’an de di dema pîrozbahiyên Newrozê de ji aliyê polîsanv e hate qetilkirin hate vegotin. Kurê Yaşar, Harun Yaşar ê 14 salî diyar kir ku bavê wî malbat hişyar kiriye û gotine baldar bin dibe ku dewlet êrîş bike. Yaşar wiha got: “Wê rojê rojbûna birayê min ê biçûk bû. Piştî ku ew maçî kir gotina ‘kurê min bibore her der girtiye em ê êvarê rojbûna te pîroz bikin’ bi kar anî piştre jî cilên xwe yên neteweyî li xwe tir û ji bo Newrozê j imalê derket. Polîsên ku tehamulê pîrozbahiyê nekirin ew qetilkirin. Kesên li qada Newrozê xwestina bavê min rakin nexweşxaneyê. Lê hemû riyên nexweşxaneyê girtî bû. Apê min û du kurên wî bi taksiyê bavê min birine nexweşxaneyê û wê demê wesayîta wan ji aliyê polîsan ve hate rawestandin. Polîsan bi qunxa çekan li wan xistin. Bavên min birîndar bû û xwîn jê diçû. Apê min ambulansa ji wir derbas dibû da rawestandin. Lê polîsan destûr nedan tenduristvan mudaxaleyî bavê min bikin. Gotina bila ‘bimire’ bi kar anîn. Wê demê tenduristvanên ku li bavê min dinêrin gotin miriye. Bavê min ji ber îşkence û xwîna zêde jê çû jiyana xwe ji dest da.”
Yaşar destnîşan kir cenaze bêyî agahiya wan li Goristana Bajergehê hatiye definkirin û piştî serî li dozgeriyê dane cenaze derxistine û li Goristana Şehîdan a Taxa Ormanê definkirine. Yaşar got ku ligel serlêdanên wan kujer dernekitine peşberû darazê û doz birine Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê.
Piştre aqûbeta Nurettîn Turgut ê di 1993’yan de ji gundê Şîşemzîne ya Geverê bi îşkenceyê hate qetilkirin hate pirsîn. Birayê wî Tekîn Turgut got ku birayê wî yê bavê 7 zarokan bû di 18’ê Adara 1993’yan de piştî j imalê derdikeve êdî jê agahî nagirin, serî li Dozgeriya Komarê ya Geverê dane piştî hefteyeke dozgeriyê gazî wan kiriye û gotiye li ser riya Tetwanê hatine binçavkirin û di lêpirsînê de ye. Turgut bilêv kir ku wan serî li Dozgeriya Komarê ya Tetwanê dane lê gotine kesekî wisa nehatiye binçavkirin, piştre jî cenazeyê wî dîtine.
Herî dawî Tayyup Canan axavî û got ku di doza Abdullah Canan a ku bi demborînê re rû bi rû ye de şahidekeî nû derketiye û gotiye Canan ji aliyê çeteya Geverê ve hatiye qetilkirin, di vê navberê de di encama lêkolînan de derket holê ku Nurettîn Atasoy jî ji aliyê çeteya Geverê ve hatiye xetilkirin.
Piştî daxuyaniyê 5 deqîqe çalakiya rîniştinê hate lidarxistin.
CIZÎR
Li Cizîrê Dayikên Şemiyê û xizmên windahiyan di hefteya 326'emîn de aqûbeta Mustafa Aydin ê ku di 1992'an de ji hêla JÎTEM'ê ve hat qetilkirin pirsîn. Hevjina Mustafa Aydin, Medine Aydin çîroka qetilkirina hevjînê xwe vegot û da zanîn ku dewlet kesên hevjînê wê kuştine diparêze ceza nake.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê Dayikên Şemiyê û xizmên windahiyan çalakiya xwe ya heftane li Kolana Hunerê li dar xist. Di çalakiya hefteya 326'emîn de MEYA-DER, KURDÎ-DER, TUHAT-FED û rêxistinên DBP û HDP'ê amade bûn. Dayikan wêneyên kesên ji hêla JÎTEM'ê ve hatine winda kirin rakirin û pankarta "Albûma şehîdan" li qadê vekirin.
Di hefteya 326'emin de Medine Aydin, çîroka hevjînê xwe Mustafa Aydin ê ku di sala 1992'an ji hêla JİTEMê ve hatiye windakirin vegot. Aydın, bertek nîşanî dadgeha endamên JİTEM'ê didarizine da û wiha axivi. "Kesên hevjînê min kuşti eşkera ne. Hatin girtin me hêvi kir ku werin darizandin û cezayê xwe bistînin. Lê dewletê ev kes berdan. Hevjînê min şivan bû. Di sala 1992'an de endamên JİTEM'ê Adem Yakin, Firat Altin, Hidir Altug di ser mala me de girtin û hevjînê min bi zorî birin. Piştî wextekê dirêj me cenazeye henjînê min dît. Di cenazeyi de cihê îşkence hebûn. Kesên hevjînê min ji malê birin eşkera ne. Ev peywir Cemal Temizoz û Kamil Atak daye van kesan. Em dixwazin ev kujer werin darizandin. Heta kujerên diyar newin darizandin em dê çalakiya xwe bi dominin."
Piştî axiftinan dayikan 5 deqeyan çalakiya rûniştinê pêk anîn.