Li Kantona Cizîrê YPG bi êrîşên dijber derbên giran li çeteyan dixe

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da zanîn ku hêzên YPG/YPJ ên li Kantona Cizîrê piraniya êrîşên çeteyan bê bandor kirine, bi êrîşên dijber derbên giran li çeteyan dixin. Hat ragihandin ku di çalakiyên li Hesekê de 3 çete hatine kuştin.

Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser xeta sînorê başûr û rojavayê Kantona Cizîrê dewam dikin. Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku hêzên wan ên zêdetirê êrîşên çeteyan bê bandor kirine, bi êrîşên xwe yên dijber derbên giran li çeteyan dixin.

Der barê pevçûnên dawî de Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê ev agahî bi raya giştî re parve kir:

"Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê a li ser xeta sînorê başûr û rojavayê Kantona Cizîrê berdewam dike. Hêzên me yên ku zedetirê êrîşên çeteyan bêbandor kirin bi êrîşên xwe ya dij derb li çeteyan didin.

Di vê çerçoveyê de hêzên me şevê din li başûrê bajarokên Til Hemis-Til Berak'ê de li hember 4 gundên ku çeteyan wekî baregeh bikar dianîn êrîşek lidar xistin. Piştî êrîşê di navbera komên çeteyan û hêzên me de nêzî seatekî pevçûn qewimî. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyên DAIŞ'ê ya li van pevçunan de nehatiye zelalkirin.

Şevê din hêzên me li hember komên çeteyên ku li nizikî gundê Xerîta ye di navbera Til Temir û Hesekê de xwe bi cih kiribûn êrîşek lidar xistin. Di encama êrîşê de qasî hat zelal kirin 3 endamê çeteyan hatine kuştin."