Newroza Bonnê peyama Ocalan silav kir

Kurdistanî û dostên wan ên li Elmanyayê dijîn, di pîrozbahiya Newrozê ya li Bonnê de kom bûn. Bi deh hezaran kesên li qadê civiyan, peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" pêşwazî û silav kirin.

Bi deh hezaran Kurdistanî û dostên wan ên danê sibehê gihîştin qada Newrozê, piştî temaşe û guhdarîkirina li peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dest bi pîrozbahiyê kirin. Qada Newrozê ya bi alên PKK, PYD, YPG/YPJ û MLKP û posterên kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiyê ya Kurd hat xemilandin, coşeke mezin hebû.

Bi deh hezaran kesên li Newroza Bonnê kom bûn, ji bo peyama Ocalan bi deqeyan li çepikan dan û bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" destek dan peyamê.

RAGIRTINA NAVÊ PKK'Ê DI LÎSTEYA 'TERORÊ' DE HAT ŞERMEZARKIRIN

Ji gelek welatên Ewropayê Kurdistanî beşdarî pîrozbahiya li Bonnê bûn, ku ji aliyê NAV-DEM'ê ve hat organîzekirin. Li ser navê NAV-DEM'ê Hevserok Yuksel Koç axivî, bal kişand ser têkoşîna PKK'ê ya li gelek herêmên Rojhilata Navîn ji bo mirovahiyê dimeşîne û got, "Eger Elmanya dixwaze pirsgirêka Kurd çareser bibe, divê PKK'ê ji lîsteya terorê derxîne."

Hevserok Koç got, "Rêberê Gelê Kurd bi peyama xwe re destekeke xurt daye aştî û çareseriyê. Divê AKP bi heman cidiyetê bersivê bide vê peyamê" û berpirsyariyên desthilatdariya Tirkiyeyê bibîr xist.

Koç diyar kir ku welatên Ewropayê bi lîsteya xwe ya rêxistinên terorê re di rewşa heyî de bûne aliyekî pirsgirêkê û got, "Divê PKK a li dijî DAIŞ'ê li Rojhilata Navîn li ser navê mirovahiyê têdikoşe, di vê lîsteyê de cih negire. Ev rewş ji aliyê Ewropa û mafên mirovan ve nakokiyeke."

'ROJ ROJA YEKÎTIYA NETEWEYÎ YE'

Hevserokê KNK'ê Tahîr Kemalîzade jî di axaftina xwe ya li pîrozbahiyê de yekîtiya Kurdan destnîşan kir. Kemalîzade got, "Roj roja yekîtiya neteweyî ye. Ev Newroz û berxwedana hat afirandin, firsendên dîrokî didin gelê Kurd. Divê ev yek ji dest neyê berdan."

Kemalîzade bal kişand ser xebatên Kongreya Neteweyî û êrîşên li Hesekê yên li hemberî pîrozbahiya Newrozê şermezar kir û ji malbatan re sersaxî xwest.