Ji bo şehîdên Hesekê 3 rojan şîn hat îlankirin

Koordînasyona Giştî ya Kantonên Rojava, ji bo şehîdên Hesekê 3 rojan şîn îlan kir.

Koordînasyona Giştî ya Kantonên Rojavayê Kurdistanê (Cizîr, Kobanê, Efrîn) êrîşên li dijî welatiyên sivîl ên li bajarê Hesekê şermezar kir û weke êrîşa tirsonek bi nav kir. Koordîsyonê qurbaniyên êrîşê weke “Şehîdên Newroza 2015’an”  bi nav kir û 3 roj şîn îlan kir.

Koordînasyona Meclîsên Rêveber ên Kantonên Kobanê, Cizîr û Efrînê der barê êrîşên ku duh li dijî welatiyên sivîl ên Taxa Miftî ya bajarê Hesekê pêk hatin de, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di dema ku gel cejna xwe ya herî pîroz û bi nirx pîroz dikir de, çeteyên DAIŞ’ê êrîşa hovane pêk anîne û wiha hate gotin: "Çeteyên DAIŞ’ê li dijî welatiyên sivîl ku piraniya wan jin û zarok in, êrîşa hovane pêk anîn û kîna xwe ya li dijî nirxên mirovahiyê diyar kirin. Ev êrîş piştî têkçûna çeteyan a li eniyên şer ên Kobanê, Til Hemîs û Til Berekê, pêk hat. Di encama wê de jî bi dehan welatiyên sivîl ên ku cejina Newrozê pîroz dikirin şehîd ketin û bi sedan jî birîndar bûn."

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate gotin ku Koordînasyona her sê Kantonan van êrîşên hovane ên ku ji aliyê hêzên tarî ve li dijî welatiyên sivîl pêk hatin şermezar dike û qurbaniyên êrîşê wekî "Şehîdên Newroza 2015’an" bi nav dike.

Di daxuyaniyê de hate gotin li Kantona Cizîrê ji bo cangoriyan sê rojan şînê hatiye îlankirin.

Di dawiyê de jî ji bo malbatên qurbaniyan sersaxî, ji birîndaran re şîfa hat xwestin û soza şopandin rêya cangoriyan hate dayîn. Her wiha ji gel hat xwestin ku tevlî merasmên cangoriyan bibin û li gel malbatên wan bisekinin.