KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Peyama dîrokî ya Ocalan di Newroza Amedê de tê xwendin
Peyama dîrokê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şand, di Newroza Amedê de ya bi mîlyonan kes tevlî bûne tê xwendin. -
Li Oslo meşa meşaleyî
Li paytexta Norwêc Osloyê, Kurd û dostên Kurdan ên li stasyona trenê li hev civiyan, bi meşaleyan li kolana herî qelebalix a bajêr Karl Johan meşiyan û li meydana Unîversîteyê Newroz pîroz kirin. -
Pîrozbahiyên Newroza Efrînê hatin betalkirin - HAT NÛKIRIN
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê bi daxuyaniyekê herdu êrîşên ku şevê din li bajarê Hesekê pêk hatin şermezar kir û ji bo şîna qurbaniyan tevahî çalakiyên pîrozbahiya Newrozê betal kirin. -
Li Şengalê Newroz hat pîrozkirin
Civaka Êzidî ya li çiyayê Şengalê, Newroz bi pêxistina meşaleyan pîroz kir. -
Li Bonnê bi hezaran kesî dest bi meşê kir
Pîrozbahiya Newrozê ya li bajarê Elmanya Bonnê bi meşa hezaran kesî destpê kir. -
Ban Ki-Moon êrîşên li Hesekê şermezar kir
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-Moon, êrîşên bombeyî yên duh bi şev ên li bajarê Hesekê yên li hemberî sivîlên Newroz pîroz dikin, şermezar kir. -
Pîrozbahiyên Newrozê yên li qadên gerîla dewam dikin
Coşa Newrozê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike -
Li Kobanê yekem agirê Newrozê YPG-YPJ’ê hilda
Li Kobanê ji ber ewlehiyê pîrozbahiya Newrozê li girê herêma daristanî ya Rojavayê bajar destpê kir. -
Newroza Amedê bi meşa ciwanan destpê kir
Li Amedê, bi deh hezaran mirovên dixwazin biçin qada pîrozbahiyê, dema wesayîtan peyda nakin bi meşê diherikin qada Newrozê. -
Newroz li Ermenîstanê hat pîrozkirin
Newroz li gundê Dêrikê yê navçeya Akbaran a Ermenîstanê bi girseyî hat pîrozkirin. -
Ji HPJ û YRK'ê merasîma leşkerî ya Newrozê
Gerîlayên HPJ û YRK'ê li qadên gerîla bi merasîmeke leşkerî Newroz pîroz kirin. -
Li Qendîlê gel diherike qada Newrozê
Bi deh hezaran mirovên ji çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, tevî baran û heriyê jî, bi berbanga sibehê re diherike Qendîlê. -
Ji bo weşana zindî frekanseke vekirî
Newroza dîrokî ya Amedê, ku bala tevahiya cîhanê li ser e, wê saet di 10.00 de destpê bike. Weşana zindî ya pîrozbahiyên Newrozê wê di vê frekansê de pêk were. -
MUB: Bi Newroz û Akîtû re em ber bi azadiyê ve dimeşin
Desteya Serokatiyê ya Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn (MUB) bi daxuyaniyeke nivîskî cejna Newrozê pîroz kir. -
MLKP: Newroz nasname, yekitî û serketin e
Rêxistina MLKP’ê ya Bakurê Kurdistanê bi wesîleya 21’ê Adarê Cejna Newrozê daxuyaniyek nivîskî da û da zanîn ku Newroz nasnameye, yekitiye û serketine. -
Gel diherike qada Newrozê
Ji bo pîrozbahiya dîrokî ya Newrozê ya li Amedê, tevî mirovên ku duh bi şev hatin qadê û heta sibehê li qadê man, bi berbanga sibehê re mirov diherikin qadê. -
Li Amedê resepsiyona Newrozê
Baroya Amedê, bi wesîleya cejna Newrozê duh êvarê li Avahiya Cemîlpaşa resepsiyona Newrozê da. -
Li Swêdê pîrozbahiyên Newrozê
Kurdistaniyên li bajarên cuda yên Swêdê dijîn, cejna Newrozê bi çalakiyên cihê reng pîroz dikin. -
Agirê Newrozê li Zanîngeha Bochumê hat dadan
Di pîrozbahiya Newrozê ya li Zanîngeha Bochum a Elmanya de bi sedan xwendekar li hev kom bûn. Xwendekarên Kurd li dora agir govend gerandin û Cejna Newrozê pîroz kirin. -
Şahidên komkujiya Nisêbînê: Ji çemê Çax Çax xwîn diherikî-II
Dewleta ku di 21’ê Adarê de li navçeya Cizîrê xwest li dijî gelê Kurd komkujiyê pêk bîne, rojek din li dijî gelê Nisêbînê ku xwest komkujiyê protesto bike, komkujiyek pêk anî. Şahidên komkujiyê ji ANF’ê re axivin. -
Mamosteyê 16 salan li nava refên berxwedanê ye!
Mamosteyê 16 salan Mihemed Seîd Şêxmûs, piştî êrîşa çeteyan a li hemberî Til Temirê dest ji karê xwe berda û cihê xwe di nava refên berxwedanê de girt. -
Coşa Newrozê ya Parîs bi meşeke bi meşale destpê kir
Bi meşa ji aliyê Ciwanên Azad û Platforma Rêxistinên Girseya Demokratîk ve saet di navbera 18.00-20.00’an de li Parîsê pêk hat, ligel bi sedan Kurdistanî û Tirkiyeyiyan bi dirûşma, “Berxwedan û Newroz” starta Newroza Parîsê hat dayîn. -
Di êrîşên Hesekê de 17 kesan jiyana xwe ji dest da
Di êrîşên bombeyî yên ku di saetên êvarê de li Taxa Miftî ya bajarê Hesekê pêk hatin de, 17 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan. -
Li Qendîlê gel û gerîla yekemîn agirê Newrozê pêxistin
Li Qendîlê gel û gerîla yekemîn agirê Newrozê pêxistin. Welatiyên ji çar parçeyên Kurdistan û derveyî welêt hatin û gerîlayan vê êvarê li gelek deverên Qendîlê agir pêxistin û dest bi pîrozkirina Newrozê kirin. -
Ji bo birîndarên Hesekê banga lezgîn a xwînê
Ji bo welatiyên ku di êrîşên bombeyî yên Taxa Miftî ya Hesekê de birîndar bûne, banga lezgîn a xwînê hate kirin.