MLKP: Newroz nasname, yekitî û serketin e
Rêxistina MLKP’ê ya Bakurê Kurdistanê bi wesîleya 21’ê Adarê Cejna Newrozê daxuyaniyek nivîskî da û da zanîn ku Newroz nasnameye, yekitiye û serketine.
Rêxistina MLKP’ê ya Bakurê Kurdistanê bi wesîleya 21’ê Adarê Cejna Newrozê daxuyaniyek nivîskî da û da zanîn ku Newroz nasnameye, yekitiye û serketine.
Rêxistina MLKP’ê ya Bakurê Kurdistanê bi wesîleya 21’ê Adarê Cejna Newrozê daxuyaniyek nivîskî da û da zanîn ku Newroz nasnameye, yekitiye û serketine û wiha got: “ Li ser şopa şehîdên me, em ê agirê Newrozê geş bikin, mizginiya serkeftinê bidin gelê me yêTirk, Ereb, Ermenî û Suryanî.”
Rêxistina MLKP’ê ya Bakurê Kurdistanê di daxuyaniya de diyar kir ku têkoşîna me ya bo azadiya neteweyî, şoreş û sosyalîzmê, bi berxwedana gelê me yê ku dadikeve qadan mezin dibe, pêş dikeve. Hat gotin ku ew, bi pîrozbahiyên Newrozê re desketiyên xwe mayînde dikin û meşa li ber serkeftinê ya me bi derbasbûyina qadên Newrozê re lez dibe û bi coşa Newrozê geş dibe.
SÎNOR BÊ WATE MAN
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Gelên me yên Rojava û Bakur, bi Newroza 2015'an re berxwedanên xwe kirin yek. Dorpêçkirina Kobanê ya ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve ji aliyê gelê me yê Bakur ve bi vekirina eniya berxwedanê, hatibû parçekirin. Berxwedana hevpar a Bakur û Rojava, carekê din nîşan da ku bi sînoran perçekirina Kurdistanê çiqas bê wate û sunî ne.
Gelê me, ji xwedî derketina Şoraşa Rojava heta parastina gelê me yê Êzidî yên Şengalê, ji piştgîrî dayîna greva birçîbûnê ên girtiyan heta bi milyonan re qîrîna şîara ‘ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî’yê, di çar perçeyên Kurdistanê de heman daxwazan tîne ziman. Sînorên ku ji aliyê mêtînger û xwînxwaran ve hatiye diyarkirin, êdî bê wate ne. Gelê me, her roj, di hişmendî û daxwazên xwe yên siyasiyê de hin bêhtir Kurdistaniyan digihîne hev. Bi rastî jî, Newrozên me îro, çar parçeyê Kurdistanê di derdora heman bername, berxwedan û hestan de digihîne ba hev. Nasnameya hevpar û yekîtiya neteweyî ya gelê me hêz dike.
Newroz, di heman demê de ji bo gelên Anatoliyayê û Rojhilata Navînê jî rola yekgirtî û lihevhatinî dilîze. Bingeha şoreşa herêmê xurt dike, hemû gelê me ber bi têkoşîna azadî, şoreş û sosyalîzmê seferber dike. Şehîdên me yên di heman eniyê de, ji bo heman armancê bi hev re canê xwe feda kirin , agirê Newrozê sor dikin. Ew ên di navbera gelên me de pirên qet nayên hilweşîn ava dikin. Û bi derbasbûyina wan piran em ê bigîhîjin cihê azadî, şoreş û ji gelan re wekheviyê.
Şîara vê Newrozê jî bilindkirina ala serhildanê ye. Li hemberê devleta Tirk a faşist û xwînxwar, li hemberê emperyalîst û xulam û hevkarên wan ên herêmî li ser xeta welatparêza sosyalîstî bi gotina serhildan, serhildan, serhildan em ê li berxwe bidin û li hemberên wan şer bikin. Li ser şopa şehîdên me, em ê agirê Newrozê geş bikin, bi gelên me yên Tirk, Ereb, Ermen û Suryanî re mizgîna serketinê bidin.”