Newroz li Ermenîstanê hat pîrozkirin
Newroz li gundê Dêrikê yê navçeya Akbaran a Ermenîstanê bi girseyî hat pîrozkirin.
Newroz li gundê Dêrikê yê navçeya Akbaran a Ermenîstanê bi girseyî hat pîrozkirin.
Li Ermenîstanê, duh bi şev Newroz li gundê Dêrikê yê navçeya Akbaran a Ermenîstanê bi girseyî hat pîrozkirin.
Komîteya Kurdistanê bi armanca pîrozkirina Newrozê li gundê Dêrikê yê navçeya Akbaran şahiyek organîze kir.
Beriya şahiyê karwana ji dehan wesayîtî, bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK, KJA, PYD, YPG, YPJ û PKK'ê li nava gundên derdorê geriyan û gundî vexwend pîrozbahiyê.
Karwana ji wesayîtan dûre derbasî qada şahiyê bû û pîrozbahiyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir.
Axaftina vekirinê ya pîrozbahiyê ji aliyê endama Komîteya Kurdistanê Medya Rêzan ve hat kirin. Rêzan, Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîlayên HPG, YJA Star, YPJ, YPG, YBŞ û PKK'ê û tevahiya gelê Kurd pîroz kir û got, "Li gel êşên giran sala 2014-2015'an ji bo me bûye sala bi destketina destketiyên mezin. Di vê salê de Kobanê rizgar bû û em li hêviya azadiya Şengalê ne. Em hêvîdarin ku Newroza 2015'an bibe wesîleya azadiya Rêber Apo, azadiya Kurdistanê û yekîtiya gelê me."
Beşdarên pîrozbahiyê piştre li dora agir govend gerand. Her wiha hunermendên herêmî jî bi hunera xwe reng dan pîrozbahiyê. Pîrozbahiya ku fîşekên hewayî jî lê hat teqandin, heta derengiya şevê dewam kir.