Ji HPJ û YRK'ê merasîma leşkerî ya Newrozê
Gerîlayên HPJ û YRK'ê li qadên gerîla bi merasîmeke leşkerî Newroz pîroz kirin.
Gerîlayên HPJ û YRK'ê li qadên gerîla bi merasîmeke leşkerî Newroz pîroz kirin.
Hêzên Parastina Jinê (HPJ) û Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) bi merasîmeke leşkerî, cejna vejînê Newroz pîroz kirin.
Di merasîmê de li gel endamên Konseya Leşkerî Heqî Cûdî û Aryen Arî, gelek fermandar û gerîlayên YRK û HPJ'ê amade bûn.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, endamê Konseya Leşkerî ya YRK'ê Heqî Cûdî li ser girîngiya Cejna Newrozê ya 2015'an axivî.
Cûdî, Newroz di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li tevahiya gelên Kurdistan, Rojhilata Navîn û bi taybetî jî li gelê Rojhilatê Kurdistanê pîroz kir.
Cudî da xuya kirin ku Newroza 2015 we bibe Newroza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurdistanê.
Fermandar Cûdî di peyama xwe de destnîşan kir ku girîng e hemû ciwanên Rojhilatê Kurdistanê bi keramet li derdora agirê Newroza bicivin û di şopa Kawayên Hesinkar û Mazlum Doganan de Newroza 2015 bikin Newroza berxwedan û serhildana gelê Arî.
Pîrozbahî bi şahiyê dawî bû.