Li Şengalê Newroz hat pîrozkirin

Civaka Êzidî ya li çiyayê Şengalê, Newroz bi pêxistina meşaleyan pîroz kir.

Li çiyayê Şengalê civaka Êzidî li qada Serdeşt, Newroz bi meşa meşaleyî pîroz kirin. Gelek ciwanan bi hilgirtina meşaleyan li ser rêya qada Serdeşt meşiyan.

Welatiyên Êzidî bi meşaleyan ber bi cihê ku navê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hebû, meşiyan û dirûşmên, “Bijî Berxwedana Şengalê”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî YBŞ’ê” gotin. Serokê Meclîsa Şengalê Xidir Salih û Helwa Xelef ji gel re axivîn. Xidir Salih di serî de Newroza gelê Êzidî û hemû gelê Kurd pîroz kir û wiha axivî: “Wê agirê azadiya Newrozê bibe ronahiya hemû gelên bindest. Dîsa em hêvî dikin ku ronahiya agirê vê Newrozê bibe wesîleya azadiya Rêberê gelê Kurd.”

Salih bal kişand ser vê yekê ku Newroza îsal ji salên din cudatir e û wiha berdewam kir: “Newroza îsal ji salên din cudatir e. Em Newroza îsal bi dilekî birîndar û bi êş pêşwazî dikin. Niha gelek jinên Êzidî di destê qirêj ê DAIŞ’ê de ne û hemû cîhan li hember vê yekê bêdeng e. Bi boneya vê rojê banga me ji wan re heye ku guhê xwe ji êşên Êzidiyan re negirin.”

Piştî axaftina Xidir Salih Endama Meclîsa Jinên Ciwan ên Şengalê Helwa Xelef jî axivî û diyar kir ku ev roj ji bo Kurdan rojeke berxwedaniyê ye û wiha pêde çû: “Yên berê me pişta xwe bi wan germ dikir em firotin lê gerîlayên HPG’ê her tim li gel me bûn. Hemû rojên Newrozê bûye rojên berxwedanî û serhildanê. Ji bo wê jî divê em serbilind bin. Êdî jinên Êzidî jî serê xwe bilind bikin, ji ber rojeke wiha ya berxwedaniyê heye. Em wek Jinên Ciwan ên Êzidî em ê bi berxwedaniya xwe jinên di destê DAIŞ’ê de rizgar bikin.”

Piştî axaftinan dîsa gel dirûşmên “Bijî Berxwedana Şengalê”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî YBŞ’ê” gotin û belav bûn.