Coşa Newrozê ya Parîs bi meşeke bi meşale destpê kir

Bi meşa ji aliyê Ciwanên Azad û Platforma Rêxistinên Girseya Demokratîk ve saet di navbera 18.00-20.00’an de li Parîsê pêk hat, ligel bi sedan Kurdistanî û Tirkiyeyiyan bi dirûşma, “Berxwedan û Newroz” starta Newroza Parîsê hat dayîn.

Bi sedan Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li ser banga Ciwanên Azad û Platforma Rêxistinên Girseya Demokratîk danê êvarî li Gare de L'Est hatin gel hev, meşek bi meşale li dar xistin. MLKP, Partîzan, Kizilbayrak û gelek rêxistinên girseyî bi al, flama û pankartan beşdarî çalakiyan bûn. Di meşa bi meşale ya ber bi Qada Republique ve ciwanên Kurd sirûdên YPG’ê û dirûşmên, “Berxwedan, Newroz, Kobane" gotin.  

Girse bi dirûşman derbasî Qada Republique bû, li vir ji bo şehîdan deqeyek rêzgirtin pêk hat. Piştî rêzgirtinê li ser navê Ciwanên Azad û DKOP daxuyanî hatin xwendin. Di daxuyaniyan de şoreşa Rojava û serketina Kobanê hat silavkirin. Axaftvanan diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê gotine wê 21’ê Adarê pêşmergeyên dilgîrtine bişewitînin û gotin, "Barbariya DAIŞ, li hember her barbariyê wê yekîtî û berxwedana Kurdan li dijî xwe bibîne.” Di tevahiya meşê de bi semboleke qefesê wêneyên pêşmergeyên dîlgirtî hatin hilgirtin.

Piştî axaftinan ciwanan li Qada Republique govend gerandin.