Li Swêdê pîrozbahiyên Newrozê

Kurdistaniyên li bajarên cuda yên Swêdê dijîn, cejna Newrozê bi çalakiyên cihê reng pîroz dikin.

Li hin bajarên Swêdê Newroz li salonên girtî, li hin cihan jî li meydan û parkan bi dadana agir tê pîrozkirin.

LI BAJARÊ GAEVLE AGIRÊ NEWROZÊ HAT DADAN

Kurdistaniyên li bajarê Gaevle dijîn, cejna xwe ya Newrozê îsal li Parka Boulognerskoken a li qiraxa çem bi dadana agir û gerandina govendê pîroz kirin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên şoreşê, endamê Desteya Rêveber a Meclîsa Gel a Gaevleborgê Cemal Îbrahîmî peyivî. Îbrahîmî piştî vegotina dîroka Newrozê, bûyer û pêşketinên dawî yên li Tirkiye û Rojavayê Kurdistanê nirxand.

Îbrahîmî ragihand ku cudahiya Newroza îsal ji yên bihurî ew e ku hîn bêhtir nêzî çareseriyê ye û got, "Heta roja îro di Newroza de me gelek şehîd dan. 40 sal in em şehîdan didin û em dixwazin êdî Newroz li gorî wateya xwe ya cewherî bi azadiyê were bîranîn."

Hevserokê Meclîsa Civaka Demokratîk a Kurd li Gaevleborgê Êrîş Batte jî di axaftina xwe de êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kurdistanê û berxwedanên li Şengal û Kobanê nirxand. Batte ragihand ku sala 2015'an sala serketinê ya Kobanê û Şengalê ye û got, "Di encama van de em bi hîn bêhtir ewle li pêşerojê dinêrin."

Li dû axaftinan Kurdistaniyan govend gerandin û Newroza xwe pîroz kirin.

LI STOCKHOLMÊ LI MEYDANÊ HAT PÎROZKIRIN

Li paytext Stockholmê komek, li ser banga ciwanên ji Başûrê Kurdistanê li Meydana Sergel a li navenda bajêr Newroz pîroz kir. Di axaftinên li vir de berxwedanên li Kobanê û Şengalê hatin silavkirin û hat destnîşankirin ku pîrozbahiyên Newrozê yên li gelek bajarên Kurdistanê di heman demê de pîrozkirina serketina Kobanê ne.

PÎROZBAHIYA MEZIN WÊ ÎRO LI STOCKHOLMÊ PÊK WERE

Pîrozbahiya Newrozê ya girseyî û navendî wê îro li Solnahallen a Stockholmê were lidarxistin. Pîrozbahî wê saet di 17:00 de destpê bike û Nasir Rezazî, Nûarîn, Comert, Koma NûrDîl, Mîran û Ferhat derkevin ser dikê. Her wiha Hevserokê PJAK'ê Hecî Ehmedî û bernamzetê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr wê ji beşdaran re biaxivin.