Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê bi daxuyaniyekê herdu êrîşên ku şevê din li bajarê Hesekê pêk hatin şermezar kir û ji bo şîna qurbaniyan tevahî çalakiyên pîrozbahiya Newrozê betal kirin.
Bi armanca şermezarkirina herdu êrîşên ku şevê din li bajarê Hesekê pêk hatin, îro Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê daxuyaniyek da.
Daxuyanî wiha ye: “Em teqînên ku şevê din li bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê ku di demeke pîrozbahiya roja pîroz, roja berxwedan û tekoşînê roja Newrozê dihat kirin de, pêk hatin, şermezar dikin. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê bi armanca piştgirîdayîna bi xwişk û birayên xwe yên Kantona Cizîrê û ji bo şîna şehîdan biryara betalkirina tevahî pîrozbahiyên Newrozê ragihandiye. Em bang li tevahî welatiyan dikin ku li gorî vê biryarê tevbigerin.”