Newroza Amedê bi meşa ciwanan destpê kir

Li Amedê, bi deh hezaran mirovên dixwazin biçin qada pîrozbahiyê, dema wesayîtan peyda nakin bi meşê diherikin qada Newrozê.

Bi hezaran ciwanên danê sibehê li ber avahiya DBP'ê ya Baglarê civiyan, bi qîrîna dirûşmeyan dest bi meşê kirin. Ciwanan bi alên PKK, KCK, YPG, YPJ û bi rengekî sîstema leşkerî dest bi meşê kirin. Di meşê de bê navber dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok Jiyan Nabe" hatin qîrîn. Meşa ciwanan a bi kincên gelêrî, ji gel jî piştgiriyeke mezin dît. Gelê Amedê jî hem bi wesayîtan hem jî bi peyatî diherike qada pîrozbahiyê.

Navenda bajarê Amedê ji ber pîrozbahiyê vala bûye. Li gelek navçeyan derabeyên dikanan nehatin vekirin û bi sed hezaran kesên dixwazin biçin qada Newrozê li navçeyên Peyas û Baglarê civiyan.

Bi sedan wesayîtên nikarin biçin qada pîrozbahiyê li kêleka rê park kirin û xwediyên wan bi peyatî diçin qada Newrozê.