Agirê Newrozê li Zanîngeha Bochumê hat dadan
Di pîrozbahiya Newrozê ya li Zanîngeha Bochum a Elmanya de bi sedan xwendekar li hev kom bûn. Xwendekarên Kurd li dora agir govend gerandin û Cejna Newrozê pîroz kirin.
Di pîrozbahiya Newrozê ya li Zanîngeha Bochum a Elmanya de bi sedan xwendekar li hev kom bûn. Xwendekarên Kurd li dora agir govend gerandin û Cejna Newrozê pîroz kirin.
Pîrozbahiyên Newrozê yên li Zanîngeha Bochum Ruhr ku her sal ji aliyê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) ve tên lidarxistin, îsal jî dewam kirin. Di pîrozbahiya li KulturCafe ya li zanîngehê de bi sedan xwendekar amade bûn. Di axaftina li ser navê YXK'ê de bal hat kişandin ser dîroka Newrozê û hat gotin, "Newroz vejîn û ji nû ve çêbûn e. Dîroka Kurdistanê bi agirê Newrozê yê Mazlûm Dogan li Zîndana Amedê pêxistî, ronî bûye. Ev agir îro li Rojava geş dibe û tevahiya Kurdistanê ronî dike."
Di pîrobahiya ku komên muzîkê hunera xwe pêşkêş kir de, ciwanan li meydana zanîngehê agir dadan û govend gerandin. Di pîrozbahiya ku jinan kincên neteweyî yên Kurdî li xwe kirin de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî YPG/YPJ" hatin qîrîn. Ciwanan xwe di ser agirê geş kiribûn de avêtin.
MEŞA NEWROZÊ
Li aliyê din li bajarên Hagen, Dûîsbûrg û Stûttgartê jî Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pîrozbahî lidar xist. Bi sedan kesên li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Hagenê kom bûn, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG û YPJ'ê hildan û bê navber dirûşme qîriyan. Di axaftinên li vir de girîngiya Newrozê hat destnîşankirin. Gel piştre li ber stranên Koma Dengê Çiya û Dahol-Zirne govend gerand.
Li Dûîsbûrgê jî bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, endamên AGÎF, ATÎF, Piştevaniya Ivana Hoffmann jî di nav de bi sedan kesî Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG, YPJ, MLKP û Partîzan hatin hilgirtin. Siyasetmedarê Kurd Hecî Çelîk li vir peyivî û cejn li her kesî pîroz kir. Çelîk anî ziman ku Newroz têkoşîn û berxwedan e û diyar kir ku divê hîn bêhtir ked bê dayîn. Serokê ATÎF'ê Suleyman Gurcan jî bi bîranîna Ivana Hoffmann dest bi axaftina xwe kir û Newroz li her kesî pîroz kir.
Li Stûttgartê jî bi qasî 500 kes li Lautenschlagerstrasse hatin cem hev û bi meşaleyan meşiyan. Tevî posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girseya gel wêneyên Sakîne Cansiz û Mazlûm Dogan hilgirt. Koma erbanê ya Koma Jinên Dengê Mezopotamyayê li refên herî pêş ên meşê cih girt û bi lêdana erbanê Newrozp pîroz kir. Meş li ber Şaredariya Stûttgartê bi dawî bû.
Li Kaîserslaûternê jî bi organîzasyona Komeleya Çanda Mezopotamyayê, agirê Newrozê hat dadan. Mîtînga ku saet di 18'an de destpê kir li Stîftplatz a li navenda bajêr pêk hat. Zêdeyî 250 kesî, di çarçoveya çalakiyê de, dema agirê Newrozê dihat dadan meşale hilgirtin.