Li Oslo meşa meşaleyî
Li paytexta Norwêc Osloyê, Kurd û dostên Kurdan ên li stasyona trenê li hev civiyan, bi meşaleyan li kolana herî qelebalix a bajêr Karl Johan meşiyan û li meydana Unîversîteyê Newroz pîroz kirin.
Li paytexta Norwêc Osloyê, Kurd û dostên Kurdan ên li stasyona trenê li hev civiyan, bi meşaleyan li kolana herî qelebalix a bajêr Karl Johan meşiyan û li meydana Unîversîteyê Newroz pîroz kirin.
Meş ji aliyê UngKurd (Ciwan-Kurd) û Koma Piştevaniya Kurdistanê ve hat organîzekirin û bê navber dirûşmên "Frihet for Kurdistan" û "Frihet for Ocalan" hatin qîrîn.
Giseya gel li meydana Unîversîteyê li dora agir civiya.
Di destpêkê de ji UngKurd Andam Asos Azîz mafê axaftinê kir. Azîz bi zimanê Norwêcî wateya Newrozê ji bo Kurdan vegot û der heqê dîroka Newrozê de agahî da.
Paşê li ser navê Koma Piştevaniya kUrdistanê Ingunn Gjerstad, ji Partiya Çep a Sosyalîst Benjamin Endre Larsen, nûnerê Partiya Sor Stian Bragtvedt û endamê KNK'ê yê Norwêcê Refîq Gefûr axivîn.
Pîrozbahiyên Newrozê yên li dora agir, li eleqeyeke mezin a mirovên li derdorê rast hat.
Pîrozbahiyên ku saet di 18:00 de destpê kirin, heta nîvê şevê dewam kirin.