MUB: Bi Newroz û Akîtû re em ber bi azadiyê ve dimeşin
Desteya Serokatiyê ya Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn (MUB) bi daxuyaniyeke nivîskî cejna Newrozê pîroz kir.
Desteya Serokatiyê ya Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn (MUB) bi daxuyaniyeke nivîskî cejna Newrozê pîroz kir.
Desteya Serokatiyê ya Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn (MUB) bi wesîleya cejnên Newroz û Akîtû daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku di sedsala 21'an de cejna Newrozê ya gelê Kurd û cejna Akîtû ya gelê Asûrî-Suryanî hevdu hembêz dikin û mizgîniya azadiyê didin.
MUB bibîr xist ku 21'ê Adarê Newroz û 1'ê Nîsanê Akîtû cejnên bereket, berxwedan û rizgariya ji zaliman e û got, "Ev cejn nirxên çandî yên gelên kevnare, şaristaniyên kevnare yên ji bo mirovahiyê ne. Mîrateya herî mezin a cîhanê dîroka Rojhilata Navîn û berhemên wê ne. Lê belê di roja me ya îro de, mîna gelek demên bihurî, hêzên xwedî mejiyê hov, hewl didin mîrateya mirovahiyê tine bikin. Muzeyan, pirtûkxaneyan hildiweşîne, dişewitîne, berhem û sembolan dişkîne, parçe dike. Her wiha ji bo cihêrengiya etnîkî, olî û mezhebî ji holê rake, serî li her rê û rêbazên hovane dide. Zîhniyetê beriya sed salî yê paqijiya etnîkî û qirkirin dikir, di sedsala 21'an de bi navên cuda tevdigere û herêm veguherandiye gola xwînê."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku DAIŞ weke dijminê sereke yê gelan û mirovahiyê derketiye holê, gefê li her kesî dixwe, mirovan dîl digire û hewl dide tine bikin, lê belê DAIŞ û hêzên mîna wê wê negihêjin armanca xwe û hat gotin, "Ji ber ku gelên me mil bi mil li hemberî vî mejî li ber xwe didin û teslîm nabin. Berxwedanên li Kobanê, Şengal, Xabûr, Kerkûk û li qadên din, nîşaneyên şênber ên vê rastiyê ne. Berxwedana gelên bindest ên li Mezopotamyayê, li ser navê mirovahiyê bilind dibe." Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser girîngiya piştevaniya gelan.
MUB'ê diyar kir ku pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê, di dojeha li Rojhilata Navîn de hêviyan mezin dike, hêviyên li Îmraliyê bi hesasiyeteke mezin hatine mezinkirin, nexşeya rê ya hatiye destnîşankirin û sîstema demokratîk a hatiye afirandin, her kesên xwedî hesreta azadiyê bi coş kirine û bûne çavkanî ji berxwedana azadiyê re. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ev helwest û alternatîfa jiyana nû, DAIŞ'ê û hemû dijminên me têk dibe. Di vê pêvajoya em tê de derbas dibin, gelên Tirkiyeyê rola xwe mezintir dikin û modeleke nû ya dikare demokrasiyê ji Rojhilata Navîn re bîne, derdikeve holê. Gelê Suryanî li welatê xwe û li dîasporayê, bi ruhê berxwedana Xabûrê, bi vîneke bilind bersivê dide pêvajoya aştiyê, agirê azadiyê yê Newrozê û banga ji nû ve avakirinê û çareseriya demokratîk a Birêz Abdullah Ocalan. Ji ber vê yekê em azadiya Birêz Abdullah Ocalan ji bo pêşeroja mirovên li Tirkiye û Rojhilata Navîn di asta jiyanî de girîng dibînin."
Di daxuyaniya MUB'ê de girîngiya cangoriyan ji bo têkoşîna azadiyê hat destnîşankirin û hat gotin, "Yên li hemû eniyan bi lehengî şer kirin û şehîd ketin, weke nirxên herî mezin ê gelan dîrokê ji nû ve dinivîsînin û hesreta azadiyê ya gelan bicih tînin."