Li Bonnê bi hezaran kesî dest bi meşê kir
Pîrozbahiya Newrozê ya li bajarê Elmanya Bonnê bi meşa hezaran kesî destpê kir.
Pîrozbahiya Newrozê ya li bajarê Elmanya Bonnê bi meşa hezaran kesî destpê kir.
Kurd û dostên Kurdan danê sibehê ber bi qada Newrozê ve dest bi meşê kirin.
Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, kadroyên pêşeng ên weke Mazlûm Dogan hatin hildan û bê navber dirûşme tên berzkirin.
Gel meşa xwe li gel barana zêde bi coşek mezin berdewam dike.
Bi hezaran kesên tevlî pîrozbahiyên Bonnê bûn, guhê wan jî li peyama Ocalan ya di Newroza dîrokî ya Amedê de tê dayînê ye.
Pîrozbahiya ku ji aliyê NAV-DEM’ê ve tê organîzekirin, piştî ku girse bigihêje qadê wê saet di 13.00’an de destpê bike.