Mamosteyê 16 salan li nava refên berxwedanê ye!

Mamosteyê 16 salan Mihemed Seîd Şêxmûs, piştî êrîşa çeteyan a li hemberî Til Temirê dest ji karê xwe berda û cihê xwe di nava refên berxwedanê de girt.

Navê wî Mihemed Seîd Şêxmûs e. Emrê wî nêzî 60 salî ye. Mamosteyê 16 salan e. Bavê 3 zarokan Şêxmûs, piştî êrîşa çeteyan dest ji pîşeyê mamostetiyê berda, çeka xwe avêt ser milê xwe û di nava refên berxwedanê yên li Til Temirê de cih girt. Bi kurê xwe Siyabend ê 21 salî re, ku wî jî xwendekariya xwe ya li ser endezyariya petrolê di roja 3. de terikand, di nava refên YPG'ê de şer dike.

Mamosteyê 16 salan ê bi kurê xwe re li nava refên YPG'ê di parastina Til Temirê de cih digire, di heman demê de wezîfeya Hevserokatiya Meclîsa Gel a Til Temirê dimeşîne. Şêxmûs diyar kir ku sekna bi rûmet a li hemberî êrîşên çeteyan, bi cihgirtina di nava berxwedanê de dibe û bang li kesên xaka xwe ya dîrok ji nû ve lê tê nivîsandin terikandin kir, ku vegerin û di nava berxwedana li dijî çeteyan de cih bigirin, bi berpirsyariya xwe ya dîrokî rabin.

HETA DAWIYÊ EM Ê LI BER XWE BIDIN

Di dema xebatên li nava bajêr de em li mamoste Mihemed rast hatin. Di ser gotina "Eger ez du rojên din jî neçim wezîfeyê wê mafên min ên mamostetiyê ji aliyê rejîmê ve ji holê bên rakirin" tam 10 roj derbas bû. Wî niha sîstem, pîşe û hesabên biçûk daniye aliyekî û li nava refên berxwedana Til Temirê bi çeka li ser milê xwe, ji bo pêşeroja azad a gelê xwe têdikoşe.

Mamoste Mihemed 16 salên xwe bi mamostetiya li dibistanên sîstemê derbas kir. Ji ber nêzîkbûna xwe ya li TEV-DEM'ê û piştî Hevserokatiya xwe ya Meclîsa Gel a Demokratîk, heqdestê wî yê mamostetiyê hat birîn. Piştre ji bo wî ji nava refên berxwedanê vekişîne, mamostetî weke kozekê hat bikaranîn û mîna wî hişyar bike jê re gotin, "Eger di nava du rojan de tu vegere, tuyê hemû mafên xwe winda bike."

Mamoste Mihemed jî got, "Li Til Temirê bixuşkekî min nîne, lê belê di vê kêliya dîrokî de ez nikarim dest ji gelê xwe berdim û vegerim mamostetiyê" û destnîşan kir ku tevî kurê xwe Siyabend ew ê li dijî çeteyan heta dawiyê şer bike.

KÛÇIKÊ MALA XWE NETERIKAND DIVÊ JI HER KESÎ RE BIBE DERS!

Mamoste Mihemed, yên di parastina bajêr de cih digirin bi gotineke heneko ya "însîhabî taktîkî" yanî vekişîna taktîkî rexne dike.

Mamoste Mihemed, mînaka kûçikekî ku di dema êrîşa çeteyan a li hemberî Til Temir de li ber mala xwe bû nîşan da û mirovên xaka xwe terikandine rexne kir. Mamoste Mİhemed got, "Wî heywanê ku mala xwediyê xwe neterikand divê ji aliyê her kesî ve mînak were girtin. Berdêla wê mirin be jî divê em dest ji vê xakê bernedin." Mamoste Mihemed, yên xaka xwe terikandin di du kategoriyan de nirxand û got, "Yên mezin neaxivin û dijîn, di dema êrîşan de xwe nelivandin û ev xak terikandin. Lê belê hin jê gelekî mezin axivîn, soz dan. Yên ku niha divê di nava berxwedanê de bin, ev in. Lê belê ev şexsiyet li holê nînin. Eger pêwîstî bi çend gotinan ji van kesan hebe divê mirov bêjin, 'sekna bi rûmet bi gotinê nabe, bi bicihanîna berpirsyariyên xwe dibe."

Mamoste Mihemed ragihand ku dema êrîşên çeteyan li hemberî Rojava destpê kirin, kurê wî Siyabend ê 21 salî di pola 3. de dest ji endezyariya petrolê berda û tevlî refên YPG'ê bû. Û bi vî rengî behsa êrîşên çeteyan ên li hemberî Rûgûba dike, "Dema êrîşa Rûgûba destpê kir, Siyabend li wir bû. Tevî temenê xwe yê ciwan jî, bi sekna xwe re ez serbilind kir. Li Til Temirê ne mala me, ne jî zeviyê me heye. Lê belê ji bo azadiya vî gelî me soz dan. Em ê xwedî li soza xwe derkevin."

Mamoste Mihemed diyar kir ku gelê Kurd û Rojava di rojên dîrokî re derbas dibe, ev rojên dîrokî berpirsyariyê û wezîfeyê dide her kesî û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ji bo dîroka li Rojava nû tê nivîsandin tine bike, dijmin bi hemû zilma xwe êrîşî gelên me dike. Kurd li Rojhilata Navîn ji guhertinê re pêşengiyê dikin. Êdî her kes qebûl dike ku ji aliyê modelê ve rêya çareseriyê rastiya Rojava ye. Êrîşên tên kirin jî ji bo xetimandina vê rêya çareseriyê ne. Lê belê em bawerin ku vîna berxwedanê ya gelan a li refên YPG'ê wê van hemû êrîşan pûç bike. Ev yek her tim moral û hêzê dide me. Ev hêza berxwedanê ji gel û nirxên hevpar tê. Hêzeke xwe nespêre gelan, şensê xwe yê serketinê nîne.

Li nava refên YPG'ê mirovên ji çar parçeyên Kurdistanê, gelên Rojava û nûnerên mirovahiya pêşverû ya cîhanê, di nava berxwedana hevpar de cih digirin. Şehîdên me dîroka gelê me bi xwîna xwe dinivîsînin. Yên di nava vê berxwedanê û nivîsandina dîrokê de cih nagirin, mafê wan nîne ku ti carî li ser navê gelê me biaxivin. Ew ne pêşengên vî gelî ne, bi bêdengiyê bi revê re wan alîkarî dan dijmin. Ew noker in."

EM Ê XWEDÎ LI SOZA XWE DERKEVIN

Mamoste Mihemed bibîr xist ku berxwedana Til Temirê meha xwe ya destpêkê temam dike û anî ziman ku her çend encamên xwe giran be jî, serketin wê ya berxwedêran, wê ya gelê Rojava be. Mamoste Mihemed da xuyakirin ku ew serbilind e bi şervanên YPG'ê re di nava parastina cewherî de cih digire û destnîşan kir ku ew bi biryar in soza xwe ya ji bo şehîdan bişopînin. Mamoste Mihemed ev bang li yên dest ji xaka xwe berdan kir: "Li cihekî ku mirovên ji gelek deverên Kurdistanê hatine û li dijî çeteyan şer dikin, yên xaka xwe terikandine divê li xwe vegere û li xefleta tê de ye temaşe bike. Yên li dijî dijminê zalim di nava berxwedanê de cih negirtin, çûn Bakur, Başûr û cihên din, divê vegerin û di nava berxwedanê de bi seferberiyê cih bigirin. Bi taybetî divê hevalên ciwan bi vê berpirsyariya dîrokî li xaka xwe vegerin. Mirov ancax li ser xaka xwe dikarin bi rûmet û bi şeref bijîn. Yên vê nakin û li derveyî berxwedanê disekinin divê baş bizanibin ku dîrok wê wan bi awayekî nebaş darizîne.

Em ji gelên Rojava û mirovahiya pêşverû re careke din dibêjin, ku ev çeteyê qirêj ên bûne belayê serê mirovahiyê, ji bo her kesî xeteriyeke mezin in. Li ser bingeha vê rastiyê divê her kes bi berpiryarî rabe û destekê bide hêzên berxwedanê. Eger gel û mirovahiya pêşverû dest bidin hev, hingî em ê karibin van çeteyên ji cîhana tarî, ji holê rakin."