Pîrozbahiyên Newrozê yên li qadên gerîla dewam dikin
Coşa Newrozê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike
Coşa Newrozê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike
Di pîrozbahiya Newrozê de endamên Biryargeha Navenda Parastina Gel Amed Malazgîrt, Ferîde Alkan û ji fermandarên HPG'ê Yerihan Jînda, Ozgur Gabar, Çiya Mahabad, Amed Dalaho, Devrîm Amed û gelek gerîla amade bûn.
Di pîrozbahiyê endamê Biryargeha Navenda Parastina Gel Amed Malazgîrt axaftineke kurt kir. Malazgîrt bi bîranîna Mazlûm, BAêrîvan, Ronahî û hemû cangoriyên şoreşê dest bi axaftina xwe kir û got, "Newroz tê wateya ji nû ve afirîneriya gelekî ji xweliya xwe. Newroz, di serî de li Rêber Apo, li tevahiya gelê Kurdistanê, dostan û rêhevalên me yên li zîndanê li ber xwe didin, pîroz be."
Piştî axaftinê gerîlayan Newroz li hev pîroz kirin.
Li dû pîrozbahiyan Amed Malazgîrt li ser wate û girîngiya rojê bi gerîlayan re civînek lidar xist.
Pîrozbahiyê bi bernameya çandê ya ji aliyê gerîlayan ve hatibû amadekirin, dewam kir.
Di pîrozbahiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî Newroz" û "Şehîd Namirin" bê navber hatin qîrîn.