Li Amedê resepsiyona Newrozê

Baroya Amedê, bi wesîleya cejna Newrozê duh êvarê li Avahiya Cemîlpaşa resepsiyona Newrozê da.

Serokê Baroyê Tahîr Elçî di axaftina xwe ya li vir de got, "Newroz azadî ye, aştî ye, biratî ye, dawîanîna li qirêjî û xerabiyê ye, roja destpêkirina bedewiyê ye."

Baroya Amedê, ji bo mêvanên û siyasetmedarên ji ber Newrozê hatine, resepsiyonek da. Di resepsiyona li Avahiya Cemîlpaşa de Serokê Baroyê Elçî axivî û diyar kir ku Newroz a beriya çend salan bi xwîn û hêsrên çavan dihat bîranîn, îro di rewşeke azad û aştiyê de pîroz dikin. Elçî anî ziman ku ew ji ber nêzîkatiyên bi rêyên aştiyane û demokratîk ên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd kêfxweş in û got, "Li vê avahiya dîrokî ji her bawerî, çand, ol û beşên civakê mirov li gel hev in. Newroz bi xwe vê nîşan dide."

Li dû axaftinê li hewş û ser banê avahiyê agirê Newrozê hat dadan û li ser Newrozê sînevîzyonek hat nîşandan.

Di resepsiyonê de Parlamentera Stenbolê Sebahat Tûncel, Parlamenterê Şirnexê Hasîp Kaplan, Parlamenterê Mersînê Ertûgrûl Kurkçu, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, Hevşaredarê Agiriyê Sirri Sakik, Walî Huseyîn Aksoy, Alîkarê Serokê Giştî yê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû, Serdozgerê Komarê Ramazan Solmaz, parêzer, rojnamevan û mêvanên biyanî amade bûn.