Gel diherike qada Newrozê
Ji bo pîrozbahiya dîrokî ya Newrozê ya li Amedê, tevî mirovên ku duh bi şev hatin qadê û heta sibehê li qadê man, bi berbanga sibehê re mirov diherikin qadê.
Ji bo pîrozbahiya dîrokî ya Newrozê ya li Amedê, tevî mirovên ku duh bi şev hatin qadê û heta sibehê li qadê man, bi berbanga sibehê re mirov diherikin qadê.
Ji bo tevlîbûna li pîrozbahiya Newrozê ya dîrokî ya li qada Newrozê, gel ji sibehê ve diherike qadê. Her kesên tên qadê, ji aliyê wezîfedarên êlekên bi nivîsa "Platforma Ji Rêbertiyê re Azadî" ên bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên kontrolkirin.
Li qada Newrozê posterên mezin ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan balê dikşînin. Bi qasî hezar rojnamevanên xwecihî û biyanî, li qada Newrozê cihê xwe digirin. Li qada Newrozê niha bi qasî 50 maşînên weşana zindî hene. Operatorên GSM jî wesayîtên ji stasyonên baz ên mobîl li hin nuqetyên derveyî qada Newrozê bicih kirine.
Mirovên ji navçeyan û gundan tê jî bi otobusên şaredariyê derbasî qadê dibin. Bi heman rengî, yên ku di van wesayîtan de ji xwe re cih nabînin, bi qasî 10 kîlometreyan dimeşin û tên qadê.
Pîrozbahiyên Newrozê wê bi meşa ciwanan a ji ber avahiya DBP'ê ya Baglarê destpê bike, piştî deqeyeke rêzgirtinê wê li ser navê Komîteya Amadekar a Newrozê Hevserokê DBP'ê yê Bajêr Alî Şîmşek axaftina vekirinê bike.