KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Yuksek: AKP di hilbijartinan de bi ser bikeve wê ser bide destpêkirin
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Yuksek di pîrozbahiya Newrozê ya li Mûşê de destnîşan kir ku DAIŞ dewama Dehaqê zalim e û diyar kir ku polîtîkaya AKP'ê ya li hemberî Kobanê têk çûye." -
Li derdora Kobanê 12 çete hatin kuştin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku di encama çalakiyên hêzên YPG/YPJ'ê de gundê Sinaa û Mefreqa Sirîn a li başûrê Kobanê hatine rizgarkirin, 7 çete hatine kuştin. Di êrîşeke din de jî 5 çete hatin kuştin. -
YPG: 4 gundên Til Temir hatin rizgarkirin, 20 çete hatin kuştin
Di encama operasyon û çalakiyên YPG/YPJ'ê de li Kantona Cizîrê li herêma Til Temirê 4 gund ji çeteyên DAIŞ'ê hatin paqijkirin. Di pevçûnên duh bi şev ên li derdora Til Temir û Til Hemîsê de herî kêm 20 çete hatin kuştin. -
Li Êlihê polîsan êrîşî pîrozbahiya Newrozê kirin
Li Êlihê, polîsan bi bombeyên gazê êrîşî bi deh hezaran kesên Newroz pîroz dikin, kirin. -
Serokatiya Meclîsa Rêveber a Efrînê Newroz pîroz kir
Serokatiya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê bi daxuyaniyekê cejna Newrozê li hemû gelê Kurd û hemû gelên herêmê pîroz kir. -
Agirê Newrozê duh êvarê jî geş bû
Di çarçoveya pîrozbahiyên Newrozê de li Akdenîz, Gimgim, Silopî, Dep, Yuregîr û Seyhanê di saetên êvarê de agir hat geşkirin û govend hat gerandin. -
KJK: Newroza 2015'an Newroza azadkirina Rêbertiyê ye
Koordînasyona KJK'ê got, "Newroza 2015'an wê bibe Newroza azadiya Rêberê me, ewlekirina azadiya gelê Kurdistanê û li ser vê bingehê bi dest xistina statuyê be" û banga tevlîbûna xurt li her kesî kir. -
Îdîaya ku Newroza Wanê hatiye taloqkirin hat derewandin
Komîteya Amadekar a Newroza Wanê îdîayên der barê ku Newroza Wanê hatiye taloqkirin, derewand û ji bo tevlîbûna Newroza sibê pêk tê bang li gel kir. -
Hevserokatiya Kantona Cizîrê Newroz li gelan pîroz kir
Hevserokatiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê cejna Newrozê li hemû gelên Mezopotamyayê û cîhanê pîroz kir. -
'Meşa me xwedî peyameke stratejîk e'
Ji meşvanên 'Ji Ocalan re Azadî' Parlamenterê HDP'ê Sariyildiz diyar kir ku bi meşê re ew dixwazin AKP û dewletê hişyar bikin û destnîşan kir, ku divê Ocalan ê ji bo aştiyê firsendên girîng pêşkêş kir, ji aliyê fîzîkî ve azad bibe. -
Li erdnîgariya Kurdistanê sihorî -BI DÎMEN-
Çiyayê bi heybet û kontarê berfireh yên herêma Qendîlê kêfxweşî û huzura parvekirina gerîlayan a sewalan re gelekî xweş nîşan dide. -
Barê tankerên Tirk petrola DAIŞ'ê ye
Serokê Komîteya Ewlekariyê ya bajarê Diyala yê Iraqê Sadiq El Hisênî diyar kir ku çend tankerên petrolê yên Tirk ên hewl didan petrola DAIŞ'ê ji wîlayeta Selahaddînê derxînin hatine zevtkirin. -
Nasnameya 11 gerîlayan hat aşkerakirin
Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê, nasnameya 11 gerîlayên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, aşkera kir. -
'Bi Newrozê re pêvajoya azadî û şoreşê destpê dike'
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel got, "Pêvajoya bi Newrozê re destpê dike, ji bo gelê Kurd pêvajoya çareserî, azadî û şoreşê ye." -
Hejmara meşvanên ji bo azadiya Ocalan dimeşin 1.500 derbas kir
Gelê Botanê meşa ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 6'emîn de didome. Hejmara meşvanan hezar û 500'î derbas kir. -
Qereqola Sirînê û gundê Sinaa hatin rizgarkirin
Hêzên YPG/YPJ’ê Qereqola bajarokê Sirînê û gundê Sinaa ên li başûrê Kantona Kobanê ne ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kir. Hat ragihandin ku di pevçûnan de 12 çete hatine kuştin. -
Li Munchenê mîtînga piştevaniya Serêkaniyê
Li Munchenê bi mîtîngekê re çeteyên DAIŞ'ê hatin protestokirin. Di mîtîngê de banga têkoşîna hevpar a li dijî DAIŞ'ê hat kirin. -
Bayik: Yê dibêje pirsgirêka Kurd nîne wê bi xwe tine bibe
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir ku gotinên dawî yên Erdogan ên îdîa dikir ku pirsgirêka Kurd nîne, nîşan dide ku têgihiştina AKP'ê ya çareseriyê nîne û got, "Dawiya dema siyaseta Erdogan jî tê." -
Êrîşên DAIŞ'ê li Qibris û Elmanyayê hatin protestokirin
Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Serêkaniyê û Til Temirê, li bajarê Elmanya Stûttgart û li bajarê Qibris Lefkoşayê bi çalakiyan hatin protestokirin. -
Li Torîno Komîsyona HDP'ê ya Hilbijartinê hat avakirin
Welatparêzên Kurd ên li Navenda Çanda Kurd a Torîno hatin cem hev, ji bo bi xurtî tevlî hilbijartinên giştî yên li Tirkiyeyê bibin, komîsyona hilbijartinê ava kirin. -
Li navendên Ewropayê çalakiyên edaletê
Çalakiyên edaletê yên piştî qetilkirina sê siyasetmedarên Kurd li Parîsê destpê kirin, li Parîs, bajarê Elmanya Munchen, bajarê Hollanda Den Haag û bajarê Fransa Strasbourgê dewam kirin. -
Agirê Newrozê li her cihî gur dibe
Li navçeya Peyasa Amedê, Qamuşana Qersê û Kercosa Êlihê agirê Newrozê geş bû. Welatiyan li ber agirê Newrozê govend gerandin. -
Ayna bersiv da Serokkomarê Tirk
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Emîne Ayna di pîrozbahiya Newrozê ya Farq'ınê de got, "Gotinên Erdogan girîng in. Di 2005'an de gotinek got îro jî gotinek got... Bi vê gotinê hişmendiya CHP'ê ya 10 sal berê derbas kir." -
Meşvanên 'Ji Ocalan re Azadî' gihiştin Mêrdînê
Meşvanên 'Ji Ocalan re Azadî' yên ji Cizîrê ber bi Amedê ve dimeşin gihiştin Mêrdînê -
Li Kobanê amadekariyên Newrozê didomin
Rêxistina Yekîtiya Star a herêma Kobanê di çarçoveya amadekariyên Newrozê de ji bo rêveberên jin ên meclîsên taxan civînek li dar xist.