Ayna bersiv da Serokkomarê Tirk

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Emîne Ayna di pîrozbahiya Newrozê ya Farq'ınê de got, "Gotinên Erdogan girîng in. Di 2005'an de gotinek got îro jî gotinek got... Bi vê gotinê hişmendiya CHP'ê ya 10 sal berê derbas kir."

"Gotinên Erdogan girîng in. Di 2005'an de gotinek got îro jî gotinek got. Di 2005'an de got, 'pirsgirêka Kurd heye û pirsgirêka min e' Hikmê vê gotinê li cem me heye. Lê hikmê gotina 10 sal paşê got li cem me tineye. Bi vê gotinê hişmendiya CHP'ê ya 10 sal berê derbas kir."

Li navçeya Farqînê ya Amedê bi hezaran welatî hatin cem hev û bi dirûşma "Bijî Serok Apo" daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin. Piştî rêzgirtinê sirûda "Çerxa Şoreşê" hat xwendin û Komîteya Amadekar a Newrozê û rêveberên HDP û DBP'ê axaftinên kin kirin. Hevşaredarê Farqînê Yuksel Bodakçi jî di axaftina xwe de daxwaza azadiya Ocalan kir.

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Emîne Ayna jî hemû kesên agirê Newrozê pêxistin silav kir û meşa "Ji Ocalan re azadî" ya li Cîzîr destpê kir jî silav kir. Ayna bertek nîşanî gotinên Erdogan ên "Pirsgirêka Kurd tine ye, çi kêmasiya we heye" da û wiha got: "Gotinên Erdogan girîng in. Di 2005'an de gotinek got îro jî gotinek got. Di 2005'an de got, 'pirsgirêka Kurd heye û pirsgirêka min e' Hikmê vê gotinê li cem me heye. Lê hikmê gotina 10 sal paşê got li cem me tineye. Bi vê gotinê hişmendiya CHP'ê ya 10 sal berê derbas kir."

 

Piştî axaftina agirê Newrozê hate hilkirin û bi muzîkê govend hate girtin.