Hejmara meşvanên ji bo azadiya Ocalan dimeşin 1.500 derbas kir
Gelê Botanê meşa ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 6'emîn de didome. Hejmara meşvanan hezar û 500'î derbas kir.

Gelê Botanê di 14'ê Adarê de ji Cizîrê heta Amedê meşa "Ji Ocalan re azadî" da destpêkirin. Meşa gelê Botanê di roja 6'emîn de gihîşt gundê Axreşê yê Mêrdînê. Meşvan berbangê sibê meşa xwe ya ber bi Amedê berdewam kir. Duh meşvanên ku ber bi Qoserê ve meşiyan hejmara wan hezar û 500'î derbas bû. Meşa azadiyê bi xwendina sirûdan bênavber didome.
Her wiha Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz û hilbijêrên di nava çalakiyê de cih digirtin pişti tevlî pîrozbahiya Newrozê bûnduh hatin konê meşvanan û tevlî meşê bûn.