Li derdora Kobanê 12 çete hatin kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku di encama çalakiyên hêzên YPG/YPJ'ê de gundê Sinaa û Mefreqa Sirîn a li başûrê Kobanê hatine rizgarkirin, 7 çete hatine kuştin. Di êrîşeke din de jî 5 çete hatin kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî encamên çalakî û operasyonên roja 185. a Berxwedana Kobanê bi raya giştî re parve kir.

Navendê diyar kir ku hêzên YPG/YPJ'ê li başûrê Kobanê li hemberû 2 nuqteyên ji aliyê çeteyan ve hatibûn dagirkirin operasyon pêk anîne û di encamê de gundê Sinaa û Mefreqa Sirîn a 5 km li rojhilatê pira Qereqozaxê ji çeteyan hatine paqijkirin. 

Hat ragihandin ku di pevçûnên li vê qadê de 7 çete hatine kuştin.

Navendê da xuyakirin ku çeteyan duh bi şev bi piştgiriya tank û çekên giran êrîşî gundê Girêkê kirin û êrîş hat şikandin. Navendê got, "Îro jî danê sibehê li hember heman gundî çeteyan xwestin dubarê êrîş bikin lê ev êrîş jî ji aliye hêzên me ve hat şikandin. Di pevçûnên li vê qadê de 5 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin."