Agirê Newrozê duh êvarê jî geş bû
Di çarçoveya pîrozbahiyên Newrozê de li Akdenîz, Gimgim, Silopî, Dep, Yuregîr û Seyhanê di saetên êvarê de agir hat geşkirin û govend hat gerandin.
Di çarçoveya pîrozbahiyên Newrozê de li Akdenîz, Gimgim, Silopî, Dep, Yuregîr û Seyhanê di saetên êvarê de agir hat geşkirin û govend hat gerandin.
Di çarçoveya pîrozbahiyên Newrozê de li Akdenîz, Gimgim, Silopî, Dep, Yuregîr û Seyhanê di saetên êvarê de agir hat geşkirin û govend hat gerandin. Di pîrozbahiyan de Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û serketina Kobanê hat pîrozkirin.
AKDENÎZ
Li navçeya Akendîz a Mêrsînê li taxên Çîlek û Guneş agirê Newrozê hat hildan û bi sedan kesî li dora agir govend gerandin. Dirûşmeyên ‘bijî serok Apo, bijî berxwedana Kobanê, bijî berxwedana YPG, YPJ’ê’ hat berzkirin. Welatiyan cil û bergên gelerî li xwe kirin û heta derengiya şevê govend gerandin.
SILOPÎ
Li gundê Rihaniyê yê girêdayî navçeya Silopî ya Şirnexê ku dikeve li ser sînorê kantona Cizîrê ya Rojava şevê din heya derengiya şevê bi tevlibûna sedan şêniyên gund agirê Newrozê hat gurkirin. Li gel hevşaredarên Silopî Emîne Esmer û Seyfettîn Aydemîr, Hevserokê HDP'ê Alî Balin û endamên Meclîsa Bajêr bi sedan welatî bi cil û bergên xwe yên gelêrî tevli pîrozkirina Newrozê ya li qada gund bûn.
Piştî ku welatiyan bi tilîlî, çepik û dirûşma, "Bijî Serok Apo" agirê Newrozê vêxistin, li ber stranên komên herêmê heya derengiya şevê govend gerandin.
EDENE
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya li taxa Barbarosa girêdayî navçeya Seyhana Edeneyê di çarçoveya pîrozbahiyê newrozê de şahiyek amade kir. Di pîrozbahiyê de alên PKK hatin hilgirtin û li ber agirê ku hatibû pêxistin govend hat gerandin. Pirozbahiya sedan kes beşdar bû de bê navber dîruşma “Bijî serok apo”, “Bijî berxwedana YPG”ê hat berzkirin. Pirozbahi heta derengî şevê berdewam kir. Li navçeya Yuregîr a Edenê li taxa 19 Mayisê jî Newroz hat pîrozkirin.
GIMGIM
Li Gumgum a navçeya Gimgimê ya Mûşê jî bi sedan welatî hatin cem hev û agirê Newrozê hilkirin û heya derengî şevê li dora agir govend girtin. Di pîrozbahiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û KCK'ê hatin vekirin û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Kobanê” hatin berzkirin.
DEP
Li navçeya Dep a Elezîzê jî agirê Newrozê hat hidlan. Pîrozbahî li otorgara navçeyê pêk hat. Parlamenterê HDP’ê Demîr Çelîk, hevşaredarên Depê, endamên Komeleya Pîr Sultan Abdal û gelek kes tevli bûn. Welatî bi cil û bergên xwe yên gelerî tevli bûn û deqeyek rêz hat girtin. Piştre agirê Newrozê hat hildan. Parlamenter Çelîk axivî û balkişand ser hilbijartinên 7’ê Heîranê û got wê coşa Newrozê bi hilbijartinên 7’ê hezîranê tacîdar be.