Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di nivîsa xwe ya vê hefteyê ya li rojnameyên Yenî Ozgur Polîtîka û Azadiya Welat de têgihiştina Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan a înkarkirina pirsgirêka Kurd nirxand.
Bayik diyar kir ku êdî polîtîkaya afirandina bendewariyê û xapandinê teşhîr bûye û destnîşan kir ku ya wê di pirsgirêka Kurd de gavan biavêje an jî wê têk biçe.
Bayik ragihand ku Erdogan bi aqilê civakê dilîze û got, "Ji serokomarekî ku evqasî bêcidiyet nêzî pirsgirêka herî bingehîn a Tirkiyeyê dibe xetertir tiştekî din tine ye."
Bayik anî ziman ku pêşeroja ti polîtîkvanê ku çareseriya pirsgirêka Kurd nedeyne pêşiya xwe tine ye û got, ".Ji xwe ji ber vê yekê jî dawiya dema siyaseta Erdogan jî tê."
Nivîsa Bayik bi vî rengî ye:
"Dema AKP hate deshilatdariyê Tayyip Erdogan digot, 'dema hûn nefikirin pirsgirêka Kurd tine ye” niha dibêje, hûn bifikirin an nefikirin jî pirsgirêka Kurd tine ye. Ev ne propogandaya hilbijartinê ye, ne jî gotinên ji bo bidestxistina dengan hatine bikaranîn in; bi tevahî xwedayina der a têgihiştinekê ne. Li gor Tayyip pirgirêka Kurd tine ye û mîna hemû beşên civakê hin pirsgirêkên welatiyên Kurd hene! Mîna ku şerê 40 salî hate meşandin û rabûna ser piyan gelê Kurd ku gelek berdel dan tiştekî ji rêzê be!
Her kes dizane ku li vî welatî şerekî bûye sedema mirina 40 hezar mirovî heye û ev şer hêna didome. Bi şêwazekî ku li cîhanê neyê dîtin 4 hezar gund û mezra hatin vala kirin. Derdora 6 milyon mirov ji cih û warên wan xwe hatin derxistin, koçberî metropolên Tirkiyeyê û Ewropayê kirin. Berpirsê derdora 17 hezar kuştinan nehat dîtin. Cesedê bi hezaran mirovî hêna di gorên giştî de ne.
ERDOGAN KURDAN MÎNA CIVAKÊN DIN AZAD Û XWEDÎ MAFÊN WEKHEV NABÎNE
Şibandina vê pirsgirêkê ya mîna pirsgirêkên gelên din radixe ber çavan ka Erdogan xwedî têgihiştineke çawa ye. Mîna ku pirsgirêka Kurdan a xistina bin ewlekariya destûra bingehîn û qanûnan tine ye, her wiha pirsgirêka sazkirina rêveberiyên wan ên xweser, perwerdeya bi zimanê dayikê û pêkanîna hemû jiyana xwe bi ziman û çanda xwe tine ye. Bi kurtasî Erdogan têgihiştina ku şerê 40 salî de afiriye didomîne û axaftinên wî di vê çerçoveyê de ne. Ji ber ku Kurdan mîna civakên din azad û xwedî mafên wekhev nabîne.
Axaftineke din a mîna ya Erdogon rijî, ji rêzê û bêast tine ye. Yê ev axaftin kir ne ji Tirkiyeyê ne jî ji pirsgirêka Kurd fahm nake. Ji ber ku ji pirsgirêka Kurd fahm nake jî heta niha ji bilî tiştên ku di cewher de mîna hev in pêde ti gavên cidî ne avêtine. Tenê bendewariya çareseriyê afirandiye, lê belê ev bendewarî ne hatiye pêşwazî kirin.
Di salên 1960 û 70’yî de Demirel jî mîna Erdogan diaxivî. Digot herkes dikare bibe her tişt. Erdogan jî dibêje, 'Binêrin hûn bûn serokwezîr, dikarin bibin her tişt, çî ji we kêm e.' Dibe ku niha Demirel were fahmkirin, lê belê fahmkirina Erdogan ne mimkun e. Demirel di dema ku înkarvanî di asta herî dijwar de desthilatdar bû wisa digot. Lê belê ji wê demê heta niha di bin piran re gelek av herikî. Bi taybetî têkoşîna 40 salî rastiya Kurd bi hemû zelaliya xwe raxiste ber çavan. Her kesî hebûna pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê qebûl kir. Di demeke ku herkesî hebûna pirsgirêka Kurd qebûl kiriye û li benda çareseriya wê de ye de Erdogan radibe van gotinan dibêje. Hewl dide pira di nava gel de afiriye berevajî bike û herîkîna avê biguhere.
ERDOGAN BI AQLÊ CIVAKÊ DILEYZE
Gelo Erdogan axaftineke ku herkes pê bikene çima dike? Bi rastî ne tenê Kurd, civaka Tirkiyeyê, rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedarên Tirk jî li hember vê axaftinê matmayî mane. Ji ber ku ev axaftin di dema bêçalakitiyê û pêvajoya ku çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye rojevê de hatiye kirin. Ev serî û têgihiştin ê dixwaze şerê 40 salî pêk hat, 40 salî din jî bidomîne ye. Gotina van tiştan li pêşberî asta zanistiya civaka Kurd; israra ji bo jiyana azad û demokratîk ji vê yekê pêde nayê ti wateyê. Demekê Rauf Tamer ji bo yên xwedî têgihiştina dewleta klasîk bûn navlêkirina, ‘ew serî’ bikar dianî. ‘Ew serî’ yê ku Rauf Tamer qala wî dikir tam jî seriyê Erdogan e. Ji bo van gotinên Erdogan gelek tişt dikarin werin gotin! Her wiha dikare were gotin ku ji bo tenduristiya civakî ya gelên Tirkiyeyê pêwiste Erdogan bixin tîmarxaneyê (nexweşxaneya dînan). Ji ber ku Tayyip Erdogan bi aqilê civakê dileyîze. Ji serokomarekî ku evqasî bêcidiyet nêzî pirsgirêka herî bingehîn a Tirkiyeyê dibe xetertir tiştekî din tine ye. Kesekî ku van tiştan bibêje serokwezaretî û serokomariyê heq nake. Eger yekî wisa bibe serok wê demê li halê Tirkiyeyê mêze bikin! Ev têgihiştin wê Tirkiyeyê mîna Hîtler û Enwer Paşa ber bi macerayên ku encama wan helak bibe ve biajo.
Di rastiyê de cesaret û îradeyeke bi vî rengî ya Erdogan tine ye. Mîna demekê ji bo Îtalyanan dihate gotin ew jî polîtîkavanekî xwedî karakterê çeqel (wawîk) e. Xwedî tarz û şêwezekî polîtîk ê wisa ye; dema lawaz dît, derfet dît êrîş dike, lê belê dema li pêşberî xwe hêz jî dît direve û meydanê ji yên bihêz re dihêle. Lê dema dor tê Kurdan werdigerê şêrekî! Ya herî xeter jî ev e. Ev serî yê ku pirsgirêka Kurd bêçareserî bihêle û bi dehan heta sed salî bi Tirkiyeyê bide windakirin e.
DAWIYA DEMA SIYASETA ERDOGAN JÎ TÊ
Yekî wisa nabe ku li Tirkiyeyê bibe rêveber. Pêşeroja ti polîtîkvanê ku çareseriya pirsgirêka Kurd nedeyne pêşiya xwe tine ye. Ji xwe ji ber vê yekê jî dawiya dema siyaseta Erdogan jî tê. Êdî polîtîkaya afirandina bendewariyê û xapandinê teşhîr bûye. Ev polîtîka nema dimeşe. An wê di pirsgirêka Kurd de gavan biavêje an jî wê têk biçe. Ev meh bi tevahî mehên ku Tayyip Erdogan xwe zelal bike û biryarê bide ne. Dema ev zelalî çê bû wê pêşiya Tirkiyeyê vebe. Bi vê yekê re jî neçar wê pirsgirêka Kurd çareser bibe. Êdî wê polîtîkaya neçareseriyê û xapandinê neyê domandin.
Di demeke ku pirsgirêka Kurd xwe ferz dike de; mîna di gotina Erdogan de jî diyar dibe têgihiştina AKP’ê ya çereseriyê tine ye. Rêberê Gelê Kurd di reweşe de demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka Kurd bi şêwazekî zelal anî rojeva civakê û bi vê yekê gavavêtin û xwezelalkirinê li ser AKP’ê ferz dike. Rêberê Gelê Kurd bi van hamleyên dide despêkirin li Tirkiyeyê demokratîkbûnê û çareseriya pirsgirêka Kurd bihêztir xistiye rojevê. Bi vê yekê re jî derfet û îmkana çareseriyê zêdetir kiriye. Tayyip Erdogan bi gotinên xwe yên înkarvanî hewl dide vê atmosfera afiriye têk bibe û çareseriya pirsgirêka Kurd a ketiye rojevê jî dur bixe. Tişta ku Erdogan dike tê wateya dij-hamle li beranberî anîna rojevê ya çareseriyê ji aliye Rêberê Gelê Kurd ve.
FEYDEYA TIRSÊ JI ECELÊ RE NÎNE
Mîna biwêja, “feydeya tirsê ji ecelê re tine ye” êdî ji rojevê xistin û bêçareserî hiştina pirsgirêka Kurd ne mimkun e. Hêzên demokrasiyê û Tevgera Azadiya Kurd ku bingehê demokratîkbûnê û çareseriya pirsgirêka Kurd afirandin wê van têgihiştin û polîtîkayên kevneperest, xeter derbas bike, Tirkiyeyê demokratîze bikin û pirsgirêka Kurd çareser bikin."