Qereqola Sirînê û gundê Sinaa hatin rizgarkirin
Hêzên YPG/YPJ’ê Qereqola bajarokê Sirînê û gundê Sinaa ên li başûrê Kantona Kobanê ne ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kir. Hat ragihandin ku di pevçûnan de 12 çete hatine kuştin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin,cşevê din li eniya başûrê Kobanê li derdora bajarokê Sirînê di navbera hêzên YPG’ê-Burkan El- Ferat û çeteyên DAIŞ’ê de pevçûn qewimîn û heta serê sibehê dewam kirin. Di encama pevçûnan de hêzên YPG’ê û Burkan El-Ferat Qereqola Sirînê û gundê Sinaa ji çeteyan rizgar kirin. Di pevçûnên li vir de 7 çete hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.
Li heman eniyê çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîşî gundê Girik kirin. Lê rastî bersiva şervanên YPG’ê hatin û pevçûnên dijwar heta derengiya şevê qewimîn. Di encama pevçûnan de herî kêm 5 çete hatin kuştin. Piştî pevçûnan çete reviyan.
Di saetên vê sibehê de jî çeteyên DAIŞ’ê li heman gundî êrîşên xwe dewam kirin. Li ser vê yekê şervanên YPG’ê bersiv dan û pevçûn derketin. Pevçûnên dem demî heta niha didomin. Der barê pevçûnan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Hate gotin ku li heman eniyê çeteyên DAIŞ’ê di xeta navbera xwe û şervanên YPG’ê de, her wiha di malên gundên Girik de gelek mayîn çandine.