Li Kobanê amadekariyên Newrozê didomin

Rêxistina Yekîtiya Star a herêma Kobanê di çarçoveya amadekariyên Newrozê de ji bo rêveberên jin ên meclîsên taxan civînek li dar xist.

Rêxistina Yekîtiya Star a herêma Kobanê di çarçoveya amadekariyên Newrozê de ji bo  rêveberên jin ên meclîsên taxan civînek li dar xist.

Civîn îro saet di 14.00’an de li naveda Yekîtiya Star bi beşdariya zêdetirî 20 rêveberên jin ên meclîsan hate lidarxistin. Di civînê de amadekariyên Newrozê, roja pîrozbahiyê birina gel ji bo qada pîrozbahiyê û disîplina xebatê bi berfirehî hate gotubêjkirin. Her wiha hate xwestin ku hemû jin wê rojê alîkariya Asayişa Jinê bikin.

Rêvebera Rêxistina Yekîtiya Star Semîre Hemî got ku ew ê sibe jî bi beşdariya hemû jinên taxan civînekê çêbikin û amadekariyên xwe ber bi dawiyê ve bibin.